'Bexdayê û Hewlerê li gorî berjewendiyên xwe nêzî Şengalê dibin'

  • 09:02 27 Mijdar 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsif derberê biryar û pilanên Hikûmeta Bexdayê û Hewlerê ya ku li ser Şengalê didin meşandin wiha axivî: "Peymana ku di navbera hikûmeta Bexda û Hewlerê de hatiye kirin, ji derveyî îradeya şêniyên Şengalê ye û ev yek jî bi xwe ji derveyî qanûnê ye."
 
Di 9'ê cotmehê de hikûmeta Bexdayê û Hewlerê peymaneke ku leşkerên Iraqê derbasî Şengalê bibin îmze kirin. Her wiha di 23'ê Mijdarê de ev biryar kete meriyetê û 10 hezar leşkerên Iraqê derbasî Şengalê kirin. Li hemberê van peyman û biryaran hemû kurd di çalakiyan de ne. Têkîldarî mijarê Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsif nêrîna xwe parve kir. 
 
'Divê daxwaza gel were guhdarkirin'
 
Perwin di dest pêka gotina xwe de diyar kir ku ew peymana ku hatiye îmzekirin ji derveyî îradeya şêniyên Şengalê pêk hatiye û wiha got: "Yên ku biryarê di derheqê Şengalê de bidin, şêniyên Şengalê bi xwe ne. Ji ber ku li dijî hemû êrîşan û fermanan li ber xwe dane û xweseriya xwe bi xwe ava kirin. Hevpeymana ku di navbera hikûmeta Bexda û Hewlerê de hatibû îmzekirin, ji derveyî îradeya şêniyên Şengalê ye  û ev peyman bi xwe jî tecawa li dijî maf e û dijqanûnî ye. Nikarin Şengalê biparêzin, ji ber ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin, hemû pêşmerge ji Şengalê reviyan. Ger çareseriyek pêwist be divê nêrîn û daxwaza Şengaliyan jî were guhdarkirin."
 
'Dixwazin cardin fermanê dubere bikin'
 
Perwîn di dewama gotina xwe de diyar kir ku pêwiste Şengal xwe bi xwe bi rêve bibe û wiha domand: "Dema di 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran kurdên êzîdî hatin qetîlkirin, koçberkirin û jinên wan hatin revandin. Di wê demê de jî leşkerên Iraqê û PDK ji bo parastina kurdên êzîdî li wê derê bûn, lê belê çawa çeteyan êrîş kirin ew hemû reviyan û şêniyên Şengalê neparastin. Niha jî biryar girtine ku cardin vegerin Şengalê. Lê şêniyên Şengalê jî vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku wan kesan di dema fermanê ew hiştin û çûn. Niha dixwazin cardin dixwazin Şengalê di dermaneke nû re derbas bikin. Niha hikûmeta Bexdayê û Hewlerê ji bo berjewendiyên xwe nêzî Şengalê dibin. Pêwiste şêniyên Şengalê xwe bi xwe bi rêve bibin û rêxistinbûna xwe biparêzin ku careke ferman neyên serê wan."
 
'Divê em vî planî vala derbixin'
 
Perwîn herî dawî bang li şêniyên Şengalê kir ku li hember biryar û pilanên qirêj rêxistinbûna xwe biparêzin û wiha bi dawî kir: "Ji bo ku em bikaribin pilanên ku li ser Şengalê tên meşandin vala derbixînin, divê em xwe bi rêxistin bikin. Her wiha divê şêniyên Şengalê xwedî li Rêveberiya xwe ya xweser derkevin, sazî û rêxistinbûyina xwe xurt bikin."