Ciwanan bi daxuyaniyekê planên li ser Şengal şermezar kirin

  • 16:27 26 Mijdar 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgerên Ciwanên Şoreşger yên Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên PDK’ê li ser Şengalê şermezar kirin û gotin: “Li Hemberî êrîşên heyî divê em yekîtiya xwe xurt bikin.” 
 
Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hov êrîşî Şengalê kirin û di encama êrîşan de bi sedan jin hatin revandin û li sukên Musil û Reqqayê hatin firotin, gelê Şengal bi komkujiyan re rû bi rû man. Îro careke din dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê planan ser gelê Şengalê çêdikin û dixwazin gelê Şengalê qirbikin. Bi vê yekê îro Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi daxuyaniyekê li qada jina azad planên li ser Şengalê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de alên Yekîtiya jinên ciwan û Tevgerên Ciwanên Şoreşger yên Sûriyê hatin hildan û bi dehan Ciwanên Kantona Kobanê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Jinên Ciwan ya Herêma Firatê Tolîn Şxê Mişmiş ve hate xwendin.
 
‘Dewleta tirk û PDK planên nû li ser Şengalê çêdikin’
 
Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin: “Ev 43 sal in bi ruhê berxwedanî û birdoziya Rêberê PKK’ ê Abdullah Ocalan bi rojan Partiya me her ku diçe xwe mezintir û bi hêztir dike. Bi salane hêzên dagirker û hegomonîk dixwezin Şoreşa Gelan binpêbikin, ji dîrokê heya roja meya îro de dagirkeriya dewleta tirk û PDK’ê dixwezin careke din komkujî û qetilaman li ser gelê me pêk bînin. Piştî Şengal hat rizgarkirin êdî rojane gel vedigere ser axa xwe û xwe bi rêve dibe, hêzên xwe yên leşgerî û xweseriya xwe avakirin. Bi vegera şêniyên Şengalê PDK’ê û hevkarê wî dewleta tirk pilanên nû ser Şengalê çêdikin û dixwezin 2014’an vegerînin û gelê Şengalê bidin tunekirin. Her wiha rojane balafirên dewleta tirk bi destura PDK’ê êrîşî qadên parastina medya, Şengal, Mexmûr,  Silêmaniyê û gundewarên wê dike. Di heman demê de şerên PDK’ê li dijî gerilayên Kurd tên kirin.
 
Divê em yekîtiya xwe xurt bikin
 
Ji kela berxwedanê Kobanê em wek ciwan bangawaziya hemû Ciwan û gelê xwe dikin li hemberî dagirkeriyê berxwedana xwe xurtir bikin, em wek ciwan dibêjin divê demê hesas de pêwîstiya me bi yekîtiya neteweyî heye, divê em yekîtiya xwe xurt bikin. Em soz didin ku em ê li ser xeta bîrdoziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şehîdên têkoşîna azadiyê bidomînin û bi ruhê şoreşgerî kar û xebat bidin meşandin. Li kuderê destkeftiyê me hebin em ê biparêzin û xwedî li şehîdên xwe derkevin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bimre îxanet”  bi dawî bû.