‘Şîdeta ser jinê şîdeta ser mirovahiyê ye'

  • 11:58 26 Mijdar 2020
  • Rojane
Almas Nayîf - Viyan Saîd
 
ŞENGAL - Jinên êzidî, da zanîn ku divê jin şîdet û zilma li hemberî xwe qebûl neke û gotin: “Jin dê bi biryarbûn û rêxistinbûnê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.”
 
Jinên êzidî duh bi minasebeta 25’ê Mijdarê daketin qadan û li dijî şîdeta li hemberî jinê meşiyan. Jinan di meşê de biryarbûna xwe ya derbarê têkoşînê de carek din anîn ziman. Neam Bedel, Wetha Hisen û Delal Revo tevlî meşê bûn û derbarê 25’ê Mijdarê de nêrînên xwe nîn ziman û bal kişandin ser bexwedana jinan. 
 
Endama TAJE Neam Bedel, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya 25’ê Mijdarê û got: “Îro ji bo têkoşîna jinan û têkoşîna xwe mezin bikin em meşiyan û em ê li her tim li ser piyan bin. Edî li cîhane giştî jin bûye xwedî rêxistin û îrade. Vê rojê jin li her derê li ser piyanê. Edî jin xwe bi rêxistin û perwerde dikin. Her tim em ê bi serhildanan li hember zilm û zordariye helwesta xwe nîşan bidin. Beriya fermanê jinên êzidî her tim bindest bû. Lê îro xwe bi rêxistin kiriye û bûye xwedî îradeye. Jina êzidî xwe nas kiriye. Di hemû aliyan de li ser jine şîdet heye. Şîdeta li ser jinê te wateya şîdeta li ser mirovahiyê. Pewîste hemû kes vê şîdete qebûl neke. Mafe jinê heye û xwedî mafê xwe derkeve. Bila hemû jin rabe ser piyan. Zilma mêran a li hemberî xwe qebûl neke û li hemberê şîdete derkeve. Ez bang li jinan dikim ku li dijî bindestiyê rabin ser piyan.” 
 
‘Roj bi roj li ber xwe didin’
 
Wetha Hisen jî derbarê meşa ku duh hatî lidarxistin de diyar kir ku duh jinên êzidî rabûn ser piyan û wiha axivî: “Ez ji tevlî meşê bûm. Jinên êzidî rabûn ser piyan. Em ve zilme qebûl nakin. Em êdî weke jin roj bi roj li ber xwe didin. Ji zilma li ser jinê re êdî bes e. êdî bes ji dagirkeran re û ji zilma jine re bêdeng bin. Em weke jinên Şengalê piştî fermana 3’yê tebaxa 2014’an me xwe nas kir. Bi fikre û ramanên Rêber Apo me xwe perwerde û rêxistin kir. Çi dibe bila bibe em e weke jinên êzidî rêxistin û îradeya xwe xurt bikin. êdî zilme û neheqiye qebûl nakin. Pewîste jin êdî ve şîdete qebûl nekin.”
 
‘Zilma mêr qebûl nekin’
 
Endama (TAJE) Delal Revo tevlî meşa duh bibû wiha nêrînê xwe anî ziman: “Em duh li dijî şîdeta li hemberî jinê li ser piya bûn. Her roj bi dehan jin li her deverê cîhanê bi şîdetê re rûbirû dimînin. Jinên êzidî jî bi şîdetê re rû bi rû dimînin, her wiha dibin hedefa dijmin jî. Em jin bi saya fikr û ramanê Rêber Apo xwe nas kir û niha em xwe perwerde dikin. Hewl didin ku ve tiştî ji holê rakin û êrişî jinên êzidî dikin. Lê divê bê zanîn ku em ê her tim li ber xwe bidin. Jinên Şengalê edî şîdeta li hemberî xwe qebûl nakin. Jina êzidî bûye xwedî îrade û rêxistin. Jina êzidî bûye xwedî nasname û edî zilma mêr qebûl nakin. Banga min hemû jinan re heye û ez dibêjim edî zilma ser xwe qebûl nekin û serî rakin.”