Jin li dijî tundiyê bêdeng neman

  • 10:28 26 Mijdar 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Li dijî tecrît, tundî, polîtîkayên êrişên taybet, hişmendiya zayendperest û nîjadperest û li dijî hemû deshilatdarî û newekeheviyan jin meşiyan. Jin rexmê astengiya polîsan û şewba koronoyê di 25'ê Mijdarê de li qadan bûn. Jinan bi çalakiyên xwe ji hişmendiya mêr hesap pirsîn.
 
Patria Teresa li dijî dîkdetoriya Trujîllo tevgera bi navê Clandestîna ava kir. Patria bi herdû xuşkên xwe Minerva û Maria Teresa re bandorek mezin dan ava kirin. Ev her sê xuşk ku em wan bi navê kuşkên Mîrabal nas dikin li dijî dîktatorê Komara Domînîkê Rafael Trujillo li ber xwe dan û  di 25’ê Mijdara 1960’an de bi fermana heman dîktatorî ji aliyê alîgirên wî ve  hatin tecawizkirin û qetilkirin. Lê têkoşîna ku wan da destpêkirin piştî mirina wan ji berdewamkir. Ev tevger bu serhildanek û li her derê belav bû. Rêxistina jinên kurd jî rêxistineke weke vê tevgerê ye ku jinên kurd jî her li dijî zoardestiyê li ber xwe dane û têkoşîna wan berdewam dike. Li Rojava, Rojhilat, li Bakur û Başurê Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya li hemberî dîkdetoran ji hemû cîhanê re bûn nimune.  
 
Civaka kurd û bi taybetî jin di pêvajoyek zehmet re derbas dibin. Êrişên polîtîkayên taybet ên li ser kurdan her ku diçe bi bandor dibin. Tecrît, tasfiye kirina siyaseta kurd, hedef girtina sîstema hevserokatî, êrişên li ser jin û ciwanan tên meşandin, qedexeyên li ser çand û ziman di asta herî jor de tên pêkanîn. Bi êrîşên li ser jinê re dixwazin civakê bidin bişaftin. Êrîşên li ser jinên kurd li bakur her ku diçe zêde dibin. Îpek Er li Êlihê ji aiyê Çawişê Pispor ve hatibû tecawuzkirin û girtin. Îpek ji bo mafê xwe biparêze serî rakir. Lê Îpek got "tukesî dengê min nebihîst" û întîxar kir. Îpekê bi helwesta xwe rewşa ku niha em dijî hemû şîrove kir. Lê ya herî girîng ji dide nîşa kirin ku jin li dijî tundiya mêr û dewletê hertim di serhildanê de ne. 25’ê Mijdarê ya sala 2020’an ji bo êrişa li dijî jinan bû bersivek xurt. Jin bêdeng neman.
 
Jin tim li qadan bûn
 
Jinan di pêvajoya şewbê de torên li ser medyaya civakî ava kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) beriya niha bi kampanyaya “Em Xwe Diparêzin re”bi berfirehî van mijaran girtin dest. Jin ji bo 25’ê Mijdarê amede bûn. Di 7’ê Mijdarê de start hate dayîn û jinan bi şev û roj li qadan xebat dan meşandin. Çalekiyên cur be cur hatin lidarxstin. Çalekvanên TJA’yê bi tevilbûna parlementeran re tax bi tax geriyan û xwe gihandin jinan. Di her çalekiyê de bi dehan polîsan jin şopandin. Rexmê gefan û şewba koronoyê jî jin tim li qadan bûn.
 
Ber bi 25’ê Mijdarê ve qedexeya li darxistina çalekiyan dest pê kir. Roja 25’ê Mijdarê jinên Mêrdînê  ji Parka Mehmet Sîncar heta qada Azadiyê li ber deriyê avahiya HDP’ê meşiyan.  Lewra beriya meşê ev qad bi tevahî di bin ablukeya polîsan de bû. Xwestin meşê asteng bikin. Lê jinan li rexmê hertiştê bi berzkirina diruşman re meşiyan. Piştî meş Platforma Jinan a Şahmaran jî bi daxuyaniyeke ku da re dawî li rojê anî.
 
‘Çalekiyên me ji tundiyê re bûn bersiv’
 
Çalekvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulîzat Îpek di derbarê çalekî û meşên ku hatin lidarxistin de bi ajansa me re axivî û wiha got: “Tê zanîn ku di demên dawî de tundî û êrişên li ser jinê gihiştine asta herî jor. Bi pandemiyê re ango bi polîtîkayên êrişên taybet re ev jimar her ku çu zêde bû. Hertim xwestin jinan bêdeng bihêlin. Lê jin li hemberî hemû cure tundiyê û gefan bêdeng neman. Serî rakirin. Meş û çalekiyên ku me li darxistine ji wan re bûn bersiv. Meşa ku me di fînalê de li darxistiye hat xwestin ku were astengkirin ku çi ji destê wan hat jî kirin. Rexmê pandemî û wan gefên heyî bi jimarek zêde jin kom bûn û meşa xwe li dar xistin. Îro ji wan re serî ne tewandin û wê sibe ji serî ne tewînin. Ji têkoşîna xuşkên Mîrabal heta niha jinan dev ji têkoşînê bernedane. Heta ku jin jiyanek bê tundî, jiyanek azad, wekhev û demokrat ava nekin wê têkoşînê bidomînin.”
 
‘Me bi yek dengî got Jin Jiyan Azadî’
 
Endama Platforma Jinan a Şahmaranê Derya Dal jî têkildarê çalekiyên hatine lidarxistin wiha got: “Li gorî min dîmenekî ku hêzê bide me hate nîşakirin. Jin li hemberî hemû astengiyan li qadan bûn. Ev dide nîşakirin ku wê jin ji tu deshilatdariyan re û ji tundiyê re serî netewîne.  Bi dehan polîs bi maşîneyên xwe qada çalekiyê dorpêçkirin. Cardin dixwazin em bêdeng bimînin. Lê me da nîşakirin ku em ê tucar bêdeng namînin. Me li qadan bi yek dengî diruşmên xwe yên J'in Jiyan Azadî' berz kirin.”