Li Mêrdînê her roj 250 kes bi vîrûsê dikevin

  • 09:09 26 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Bi hatina demsala zivistanê hejmara nexweşên vîrûsa koronayê zêde dibin. Li Mêrdînê her roj 250 kes bi nexweşiyê dikevin. Tenduristvan li dijî vîrûsê banga xwe parastinê kirin.
 
Bi hatina demsala zivistanê re hejmara nexweşên vîrûsa koronayê  (Covîd-19) li Tirkiyeyê  zêde dibe. Heta niha nêzî 13 hezar kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Li Mêrdînê jî her rol hejmara nexweşan zêde dibin. Sendikaya Kedkarên Hizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) a Şaxa Mêrdînê û Odeya Tabîban a Mêrdînê di nav de, Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê, deneyan parvekiribûn. Li gorî daneyan her roj 250 kes bi nexweşiyê dikevin. 
 
Li gorî daneyên platformê, niha li nexweşxaneyan di hêla kapasiteyê de pirsgirêk tune bû, lê belê bi zêdebûna nexweşiyê re li nexweşxaneyan jî pirsgirêk derdikevin holê. Ji platformê Ozgur Bîlek, bangewaziya hişyariyê kir û got: “Divê her kes bikaranîna maske, paqijî û mesafeyê baldan bibin. Ji ber hewaya sar divê neçin cihên girtî. Dawet û bernameyên ku qelebalix tên amadekirin bên betalkirin. Ji ber ku rayedar berpirsiyariya xwe pêk nayne, divê gel bêtir baldar bibe.”