‘Rê li ber şer bigirin’

  • 09:07 26 Mijdar 2020
  • Rojane
WAN - Fatma Îtah wekê bi hezaran dayikên kurd ji ber geşedanên siyasî yên li Herêma Federal a Kurdistanê di nava fikaran de ne. Fatma, diyar kir ku divê her kes li dijî şer di nava tevgerê de bin û rê li ber şer bigirin.
 
Geşedanên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe kûr dibe. Helwest û nêzîkatiya PDK’ê ji hêla raya giştî ya kurd ve rastî bertekan tê.  Gelek sazî û kesayetên kurd ji bo yekitiya kurd bangewaziyan dikin lê belê heta îro ji hêla PDK’ê ve tu bersivek nehatiye dayîn. Malbatên ku zarokên wan di nava Tevgera Azadiyê de cih digirin an jî jiyana xwe ji dest dane bang li Serokê Giştî ya PDK’ê Mesud Barzanî dikin ku rê li ber vê şerê bigire. Fatma Îtah zarokê xwe di têkoşînê de winda kir bang li Barzanî kir. 
 
Di salên 90’î de gundê Fatma Îtah Govêhedlan a Zozanên Merzana Şaxa Wanê hat valakirin. Di vê demê de her tim leşker bi ser mala Fatmayê de digirt. Gundî her tim ji hêla leşkeran ve dihatin tehdîtkirin. Ji ber zext û zordariyê neçar man ku gundê xwe vala bikin. Hemû milkên xwe li gund hiştin. Fatma destnîşan kir ku vê demê gelek kes bi îşkenceyê re rûbirû man û got: “Piştî ku cerdewan li gund hatin bicih kirin bêtir rewşa gund nexweş bû.” 
 
Fatma, diyar kir ku gelek ferdên malbatê berê xwe daye Herêma Federal a Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber şerê heyî gelek pirsgirêkan re rûbirû mane. Mezinên me demên borî ji ber şer berê xwe dabûn Wanê. Mezinên me her tim behsa xweşika axa xwe dikirin. Niha jî ji ber rewşa li vir gelek xizmên me berê xwe dan Başûr.” 
 
 Fatma di axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên ku niha pêk hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bang li Mesud Barzanî dikim ku bila li hemberî şer dereve. Pêşengtiyê ji dagirkirina Şengalê re dike, Rojava re dike. Mesûd Barzanî serokê parçeyekî Kurdistanê ye û divê wisa jî erka xwe pêk bîne. Gelek xizmên me li Başûr dijîn û li vir milkê me hene. Divê nêzîkatiyên bi vî rengî neyên qebûlkirin.”
 
Fatma di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kurê min di têkoşîna Tevgera Azadiyê de jiyana xwe ji dest da. Em tenê mafê xwe ya jiyanê dixwazim. Şer ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelan xetere ye. Ji ber vê jî divê her kes li dijî şer bikeve nava hewldanan. Em naxwazin zarokên me bên kuştin.”