Li hember êrîşan bertek: Ev êrîş li dijî vîn û tifaqa kurdan e

  • 09:05 26 Mijdar 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX- Hevşaredara Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildarî êrîşên li dijî partiya xwe û kurdan nirxandin û gotin: “Ev êrîş li dijî vîn û tifaqa kurdan e."
 
Îqtîdara AKP’ê ku di her qada jiyanê de li dijî Gelê Kurd êrîşên xwe dimeşîne, ji aliyekî ve jî êrîşî Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) dike. Îktîdara AKP’ê bi girtin, binçavkirin, tehdît û sîxûriyê li dijî HDP’ê polîtîqayên taybet dimeşîne. Herî dawî li Amedê di 20’ê Mijdarê de bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê re li hemberî Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) operasyonek pêk hat û di encamê de polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û 72 kesên ku di nav de gelek parêzer û edîtora me ya serwîsa kurdî Roza Metîna jî hebûn binçavkiribûn û bi rojan di bin çavan de mabûn. Hevşaredara Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildarî êrîşên li dijî partiya xwe axivîn.
 
‘Ev êrîşên tên kirin li dijî vîna gelê kurd tên kirin’
 
Bêrîvan, êrîşên li dijî partiya xwe şermezar kirin û got: “Bi salane ji aliyê dewletê ve êrîşî Gelê Kurd tê kirin. Em kurdên siyasetmedar jî bi êrîşan re rûbirû dimînin. Lê di van demên dawiyê de êrîşên li dijî kurdan û partiya me zêde bûne. Di milê çandî, siyasî û aborî de bi ser herêma me de tên. Kesên ku xwedî li HDP’ê derdikevin êrîşî wan tê kirin. Ev êrîş li dijî vîna Gelê Kurd in. Em gihiştin vê qeneetê ku mesele ne HDP ne PKK û ne jî rêxistinên kurdan e. Mesele kurd in û ji bo vê êrîşî partiyên me dikin. Ev êrîş li dijî vîn û çanda Gelê Kurd in. Em dijminekî berçav li hemberê xwe dibînin. Di demên dawiyê de îqtîdar berê xwe daye HDP’ê û êrîşî partiya me dike. Îqtîdar dibêje ‘piştî şerê xweser ez  gihîştim armancekê.’ Lê belê dît ku herêma Botanê serî hilda. Ji ber vê êrîşên xwe dijwartir kirin.”
 
‘Ev êrîş li dijî vîn û tifaqa kurdan e’
 
Bêrîvanê, diyar kir ku li Botanê li dijî êrîşan deng û raperîna gel bilind dibe û wiha domand: “Girseya kurd êdî tê gel hevdû. Gel dîsa bi yek dengî bersiva xwe dide. Mînak li Botanê piştî meşa jinê şûnde roja din operasyona binçavkirinê hat despêkirin. Li Amedê piştî daxuyanî û banga ji bo yêkitiya neteweyî roja din operasyon hat lidarxistin. Ev hemû ne tesadûfin. Ev êrîş li dijî vîn û tifaqa kurdan e. Em van biçavkirinan bi vê awayî digirin dest. Ev hemû tiştên plankirî ne. Ev neyartiya li dijî Gelê Kurd ûhemû gelan e. Em van di hemû pratîkên wan de dibînin.  Kesên ku welatekî aram dixwazin bila bi lez bikevin tevgerê. Divê em hemû gel bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
'Îqtîdar dixwaze Gelê Kurd tune bike’
 
Bêrîvanê, destnîşan kir ku bi salane li dijî kurdan êrîş tên kirin lê Gelê Kurd li berxwe daye û tune nebûye û wiha pêlda axaftina xwe: “Ji bo gelê kurd tune bikin gelek îqtîdar hatin û çûn. Ew çûn lê Gelê Kurd li cihê xwe ma û bi ser ket.  Destkeftên kurdan zêde ne. Lê îqtîdar polîtîqayên xwe qet negûherandin. Îqtîdar bi heman rê û rêbazan êrîşan dike. Ger ku ev êrîş berdewam bikin dê hemû gel xilas bibin. Kurd xilas nabin û dengê xwe bilind dikin. Li Tirkiyê mafê mirovan nemaye û hiqûqa xwe binpê dikin. Îqtîdar bila dest ji vê qirêjiya xwe berde. Em Tirkiyek wekhev, demokrat û azad dixwazin.”
 
‘Di şexsê jinê de êrîşîn û siyaseta kurdan dikin’
 
Bêrîvanê, bal kişand ser serdegirtiyên malan ên di 9'ê Mijdarê de ku di encamê de hatibû binçavkirin û wiha berdewam kir:: “Bi minasebeta 25’ê Mijdarê li Cizîrê me jinan meşek li dar xist. Ji ber ku meşa me bi girseyî û xûrt derbas bû rojek piştî meşê bi ser malên me de girtin. Ez, hevseroka me ya navçeyê û tevî 10 hevalan em hatin binçavkirin. Binçavkirina me jî girêdayî polîtîkayên îqtîdarê ye. Piştî şerê xweseriyê li Cizîrê jinan meşek li dar xist. Ji ber vê hêz û têkoşîna jinên kurd îktîdara AKP’ê tirsand. Ji ber ku li gel êrî û qirkirin em hîn jî serî radikin. Di binçavan de bi taybetî li ser TJA’yê disekinîn. Partiya me xirap didan nîşandan. Binçavkirin û girtina me pêşîgirtina li siyasetek wekhev e. Bêrûmetiyê raberî me dikin. Ji me re digotin ‘hûn ji HDP’ê poşmanin? Ji HDP’ê poşman bin.’  Divê em kurd xwedî li hev derbikevin. Em dest bidin destên hevd û xwedî li partiya xwe derbikevin. Di şexsê jinê de êrîşî vîn û siyaseta kurdan dikin.”   
 
‘Ji tirsa nava xwe êrîş dikin’
 
Dayika Aştiyê Ayşe Hezer(57) jî bi lêv kir ku bi salanin li dijî HDP’ê êrîş tên meşandin û ev tişt got: “ Di salên 90’î di dema Serhildana Şêx Saît de dewleta tirk çi lîst kirin niha jî hemn tiştî dike. Em û zarokên xwe li hember van êrîşan dikin mertal û ew çi dikin bila bikin ew nikarin me bitirsînin. Em serê xwe li ber dijmin natewînin. Dewlet tiştên ku dixwaze bike ji ber sekna me nikare pêk bîne. Em ê di serî de ji zarokên xwe re bibin mertal û em serê xwe li ber şehîdên xwe ditewînin. Em ê xwedî vê dozê derbikevin. Ew çiqas êrîş dikin bila bikin ew ê negihîjin armanca xwe. Li hember êrîşên îqtîdarê kurd rabûne ser xwe û ji van êrîşan re dibin bersiv. Em ê li dijî êrîşan li berxwe bidin. Tu êrîş nikare berxwedana me bide sekinandin. Di encama berxwedana kurdan de em kurd li çar parçeyên Kurdistanê dijîn. Em dev ji berxwedanê bernadin. Em ê dayik li hemberê van êrîşan bisekinin. Em xwedî partiya xwe derdikevin. Îqtîdar bi êrîşên ku dike destûrê nade ku kurd serê xwe bilind bikin. Em ê dayik pêşiya şer bigiri.  Dewlet naxwaze ku kurd hebin. Ji ber vê yekê jî êrîşê kurdan dike û dixwaze vîna wan desteser bike. Ji  tirsan êrîş dikin. Em ê bi berxwedana xwe bi ser kevin.”
 
‘Kesê ku zarokan dikûje çawa mizgeftan çê dike?’
 
Herî dawî Dayika Aştiyê Zûmrete Çakir(62) jî bang li Gelê Kurd kir ku li hember êrîşên îqtîdarê rabin ser piyan û wiha pê de çû: “Ev êrîşên ku li dijî kurdan û HDP’ê tên kirin zilm e. Dewlet îro bê hiqûqiyê dike. Îqtîdar ji ber ku di defikê de maye êrîşê me kurdan dike. Ji ber vê yekê jî tim bi girtin û binçavkirinê kurdan tehdît dikin. Em vê neheqî û zilmê qebûl nakin. Ji ber ku em dibêjin em  kurd in êrîşê me dikin. Dema em dengê xwe bilind dikin ew zêdetir êrîşê me dikin. Ev êrîş ji salên berê heta îro berdewam dikin. Bila dawî dawî li vî şerî bînin. Bi kuştin, girtin û binçavkirinan me kurdan talan dikin. Kesê ku zarokan dikûje çawa mizgeftan çê dike? Îqtîdar dixwaze partiya me bigire. Ji ber vê yekê jî êrîş dike. Bi salan e em kurd ji bo aştî û azadiyê bang dikin. Ji bo ev êrîş bi dawî bibin divê em kurd dengê xwe bilind bikin. Em dest bidin destên hevdû û xwedî 
li partiya xwe derbikevin.”