‘Çeka me ya bingehîn li dijî êrîşan zanîna me ye’

  • 09:02 26 Mijdar 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ- Ruxmî ku komên girêdayî dewleta tirk tenê bi çend metreyan ji wan dûr in, lê mamosteyên Dibistana Gozeliyê, xwendekarên xwe bê perwerde nehiştin. Mamosteyan tekez kirin ku çeka wan a herî bingehîn li dijî hemû rengên êrîşan di jiyanê de zanîna wan e û wê bi zanîna xwe li hember dagirkeriyê li ber xwe bibin.” 
 
Mirov li ser bingehê zanînê kesayeta xwe ava dike û pêşeroja xwe diyar dike. Mamosteyên gundê Gozeliyê ku li Başûrê rêya M4 li Rojavayê Til Temirê dikeve, tenê bi çend metreyan dûrî komên girêdayî dewleta tirk in.  Ruxmî ku dibistan hatiye topebarankirin jî perwerde lê dewam dike. Mamoste avakirina nifşekî nû ji xwe re wekî erk û misyoneke pir girîng di pêvajoyeke bi vî rengî de dibînin. Ji lewra niha zêdetirî 85 xwendekar li dibistanê perwerdeyê dibînin. Têkildarî vê mijarê me jî serdana dibistanê kir, nêrîn û helwestaMamoste Buşra EL-Îdan ku ji gundê Menacîr koçber bûye û niha li dibistana Gozeliyê dersê dide girt.  Buşra rewşa dibistanê bi me re parve kir.
 
'Em nahêlin xwendekar ji perwerdê bêpar bimînin'
 
 Buşra derbarê perwerdeyê de û helwesta xwe wekî mamoste li dijî ji êrîşên dewleta tirk wiha anî ziman: "Gozeliyê rastî gundê Leylan ê ku di bin dagirkeriyê de ye.  Ji ber vê yekê gund gelek caran bi êrîş û topbarana dewleta tirk û çeteyên wê re rû bi rû ma ye. Lê wekî mamoste me perwerde neda sekinandin, berovajî wê hîn bi îsrar me berdewam kir. Armanca me ew e ku xwendekar ji perwerdeyê bê par nemînin û wekî nifşekî nezan mezin nebin."
 
'Em ji bo derûniya wan jî têdikoşin' 
 
Buşra da xuyakirin ku ji ber şer derûniya zarokan xira bûye û ew jî jê re dibin bersiv û wiha pê de çû: "Di şer de zarok herî zêde bandor dibin.  Ji ber wê jî li gel dersên ku em didin em di warê derûnî de jî hewl didin bi zarokan re alîkar bin. Hêjmara xwendekaran roj bi roj zêde dibe, ji ber ku hêzê ji xwendekarên din digrin."
 
'Qanûnên navneteweyî binpê dikin'
 
Buşra bal kişand ser xeteriyên ku pêre rû bi rû dimînin û wiha domand: "Berovajî tirsa ji dagirkeran, em hêzê ji vê rewşê digrin.  Dema ku çeteyên dagirker dibînin em nifşekî nû digihînin hêrs dibin û şer dikin. Meşa me ya di rêya zanînê de wê her berdewam be, tenê em dixwazin ku xwendekar ji mafên xwe yê perwerdê bêpar nemînin. Dewleta tirk û çeteyên wê qanûnên  navneteweyî bin pê kirin û dibistan topbaran kirin."
 
'Bi zanîna xwe em ê planên wan pûç bikin'  
 
Buşra di dawiya axaftina xwe de ev peyam da dagirkeran: "Armanca dewleta tirk têkbirina sîstema perwerdê û negîhandina nifşekî nû û têghiştî ye. Lê em ê di her kêliyê de bi xwendekarên xwe re bin û wan tenê nehêlin. Çeka me ya herî bingehîn li dijî êrîşan zanîna me ye û bi rêya zanînê em ê pilanên dagirkeran têk bibin."