ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2020'Î

  • 09:00 26 Mijdar 2020
  • Rojev
*Ruxmî ku komên girêdayî dewleta tirk tenê bi çend metreyan ji wan dûr in, lê mamosteyên Dibistana Gozeliyê, xwendekarên xwe bê perwerde nehiştin. Mamosteyan tekez kirin ku çeka wan a herî bingehîn li dijî hemû rengên êrîşan di jiyanê de zanîna wan e û wê bi zanîna xwe li hember dagirkeriyê li ber xwe bibin.”  DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildarî êrîşên li dijî partiya xwe û kurdan nirxandin û gotin: “Ev êrîş li dijî vîn û tifaqa kurdan e." DÎMEN HEYE
 
 Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik ji peywirê hat dûr xistin û 6 meh in jî li malê hatiye hepskirin. Bêrîvan, diyar kir ku pergala hevserokatiyê bûye tirsa pergala heyî û got: “Em tu carî dev ji pergala hevserokatiyê bernadin û em ê têkoşîna xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE
 
*Fatma Îtah wekê bi hezaran dayikên kurd ji ber geşedanên siyasî yên li Herêma Federal a Kurdistanê di nava fikaran de ne. Fatma, diyar kir ku divê her kes li dijî şer di nava tevgerê de bin û rê li ber şer bigirin. BI DÎMEN
 
*Bi hatina demsala zivistanê hejmara nexweşên vîrûsa koronayê zêde dibin. Li Mêrdînê her roj 250 kes bi nexweşiyê dikevin. Tenduristvan li dijî vîrûsê banga xwe parastinê kirin. BI DÎMEN