‘Em li her derê cîhanê di berxwedanê de ne!’

  • 08:48 26 Mijdar 2020
  • Rojane
STENBOL - Platforma 25’ê Mijdarê ya Stenbolê bi ser navê “Em li çar aliyên cîhanê, ji bo hev li kolanê ne. Li dijî tundiya mêr-dewletê di berxwedanê de ne!” daxuyaniyek dan.
 
Li Stenbolê jinên ku li dijî tundiyê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê daketin qadan meş li dar xistin û piştî meşê li Qada Îskelê hatin gel hev û bi dirûşma “ Bila Dengê me bilind bibe mafên me jiyana me ya me ye" daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat dayîn. Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Suna Kaymaz û ya Tirkî jî ji aliyê Yagmur Yurt Sever ve hat xwendin. 
 
Daxuyaniya platformê wiha ye: “Li Polonyayê têkoşîna me ya li dijî qedexekirina kûrtajê, li Şîliyê çalakiyên Las Tesisê, li Meksîkayê bi navê “Bîr nakin, efû nakin”, li Rojava li dijî dijminê jinan DAIŞ’ê têkoşîna me didome. Ji bo jiyaneke hevpar û azad em jiyanek rêxistinî ava dikin.  Bi pîroz ditina  malbetê  li ser jiyan e, beden û hebûna me bi polîtîkayên tunekirinê tevdigerin.
 
Em li her derê cîhanê li ser piya ne!
 
Têkoşîna ku Xwişkên Mîrabal bilind kirine em ê  geştir bikin. Bi pandemiyê re tundiya mêr - dewlet li ser jinan zêdetir bû. Xebatên nav malê de bi girtina dibistanan re hem karê malê hem jî xedîkirina zarokan li ser milên jinan ma. Xwestin ku em 24 seat mina makîneyek bixebitin. Bi fetwayên tûndî homofobî û transfobî xwestin meşrû bikin. Bi zagonên nû tecawîza zarokan meşrû bikin û faîlên wan biparêzin.
 
Bi qeyûman sazî û dezgehên jinan girtin. Hevserokatiya me hedef girtin.  Bi dehan salane ku destkeftiyên ku bi têkoşîna jinan ava bûne hatin desteserkirin. Her daîm bi polîtîkayên şer mêr-dewlet tundiya xwe zexm kir.
 
Faîlên bi ûnîforma nehatin dadgeh kirin û ceza negirtin. Yek ji wan faîlên ûnîforma yê jî Mûsa Orhan e ku tecawîzê Îpek Er kir û bû sedemê kuştina wê.
 
Tenê ji bo ku faîl bên dadgeh kirin nîne, ji bo ku dewlet jî peywirên xwe bicîh bînî em ê van pirsan bipirsin. Dev jê bernadin!
 
Peymana Stenbolê dilde jiyîn . Em dibêjin bila dewlet li gorî naveroka Peymana Stenbolê peywir û berpirsiyarên xwe bicîh bîne. 
 
Em berpirsiyarê qeyrana aboriyê nînin û barê wî red dikin. Em naxwazin ne bi rîska karê qayîşok û bêtemînata bixebitin, ne ji bin karê malê û lênihêrînêda bên perçiqandin. Em mûçeyek  wekhev, karê bitemînat, bi rêya zanistî bergiriyên pandemiyê bicih bikin. Xwedikirina  zarok û pîran divê di bin teminata dewletê de be. Em dixwazin tundiya mêr ji temînata dewletê derbikevî û faîlên wî bên dadgeh kirin.
 
Encama  polîtîkayên şer de jinên pênaber bi taciz,  tecawîz, zext, zilm û şîdetê re  rûbirû dimînin. 
 
Bila dev ji polîtîkayên şer berdin. Ji bo aştiyeke mayînde tev bigerin. 
 
 Em bi hêza ku ji hev digirin diqîrin!
 
Xwestekên me, sînor, îrade, ked, deng, maf, jiyan û mafên me ye û em li vir in. Bi hêza piştgiriya tevahî rengên xwe ve li dijî mêr-dewlet em bi reng û dengê xwe li vir in. Em bi hev re ne.”
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.