Jinan li Amedê meşiyan: Têkoşîna jinan sînor nas nake

  • 19:15 25 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Bi minasebeta 25’ê Mijdarê li Amedê jinan meşek li dar xistin. Di meşê de berdevka TJA’ê Ayşe Gokkan axivî û got: “Têkoşîna jinan sînor nas nake. Em ê têkoşîna jinan a Rojavayê bigihînin hemû cîhanê.”
 
Di  çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Amedêjinan meşek li dar listen. Jin ji bo meşê li  xaçereya Cîhanê ya Peyasê kom bûn. Meş bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP) û bi piştgiriya Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hat lidarxistin. Beriya meşê qad ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Jinan bi dirûşmeyan bestek nîşanî polîsan da. Jinan bê navber dirûşmên wekt  “Jin jiyan azadî”, “Em natirsin, bê deng nabin û biat nakin”, “Mêr lê dixe, dewlet diparêze”, “ Em xwe diparêzin” , “Jinên ciwan dimeşe erd û ezman dihêje” û “Jin şer naxwaze, aştî dixwaze” berz kirin. Her wiha dovîzên wek “Jin jiyan azadî”, “Em xwe diparêzin”, “Gulîstan Dokû li ku ye”, “Peymana Stenbolê pêk bîne”, “ Em li dijî tundiyâ mêr û dewletê dê li qadan de bin” û “Jin jiyanek azad dixwaze” bilind kirin.
 
Parlementer û endamên Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Aktîvîstên TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tora li dijî tundiyê li ser jinê ya Amedê û gelek jin tevlî bûn. Her wiha jinan pankarta, “Li dijî tundiyê dewlet û mêr em xwe diparêzin” vekirin. 
 
‘Têkoşîna jinan sînor nas nake’
 
Beriya meşê berdevka TJA’ê Ayşe Gokkan axivî û destnîşan kir ku têkoşîna jinan sînor nas nake û got: “Wekî hûn dibînin em îro jî ji aliyê polîsan ve hatine dorpêça kirin. Ew tê nîşaneneya ku dewlet ji jinan çiqas ditirse. Lê em ê tevî van dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê têkoşîna jinan a Rojavayê bigihînin hemû cîhanê.”
 
‘Em ê li qadan bibin’
 
Li ser DAKP’ê jî Berdevka Demê ya DAKP'ê, Nîhal Yanîk axivî û destnîşan kir ku têkoşîna jinan ne tenê ji bo rojek e. Nîhal got: “Em li dijî serdestiya mêran a ku bi hezar salan li ser ked, beden, vîn û kedxwariya nasnameyê me dê li qadan bibin. Ji bo xwedî derketina deskeftiyên ku me bi têkoşînek mezin ve bidest xistiye em ê li qadan bibin. Li dijî îstîstmar, tundî, destdirêjî û şerê em ê li qadan bibin. Ji bo parastina jiyanê em ê mafên xwe biparêzin. Bijî têkoşîna jinan.”
 
Piştî daxuyaniyê jinan heta çaxereya MADO yê meşiyan û çalaki bi dirûşmeyan bi dawî bû.