'Li dijî tundiyê têkoşîna bê navber'

  • 18:18 25 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan bi minasebeta 25'ê Mijdarê daxuyanî hatin dayîn û banga têkoşîna bê navber hat kirin. Jinan diyar kir ku ji bo tundî bi dawî bibe divê jin têkoşîna xwe bidomînin.
 
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya li Jinê ya Naventeweyî li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî hatin li darxistin û banga têkoşînê hat kirin.
 
Riha 
 
Platforma Jinan a Bajêr a Rihayê jî bi wesîleya rojê li ber avahiyek navendek kar daxuyanî da çapemeniyê. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê rêvebera Sendîkaya SES’ê Selma Ateş xwend û jinan pankart û dovîzan hildan û vekirin. Selîma got ew ê li dijî tundiyê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Dêrsim 
 
Endamên Platforma Jinan a Dersimê jî li Meydana Seyît Riza hatin cem hev û bi minasebeta rojê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan pankart û dovîz hildan û dirûşm berz kirin. endama Platformê Fatoş Taşkale daxuyanî xwend û destnîşan kir ku her roj ew bi agahiyên kuştin û tundiya li ser jinan şiyar dibin û ew ê li dijî tundiyê têbikoşin. 
 
Xwişka Gulîstan Dokû ya li Dersimê hatiye windakirin, Aygul Dokû jî da zanîn ku 326 roj in agahî ji xwişka wê nayê girtin û her kî ji windakirina xwişka wê berpirsiyar be dê hesab bide. Aygulê anî ziman ku ji roja ewilî ve rayedar zextan li ser wan dikin ku ji bo Gulîstanê daxuyanî nedin û çalakiyan li dar nexin û encama wê çi dibe bila bibe ew ê rojekê Gulîstanê bibînin û yên êşê bi wan didin kişandin dê werin cezakirin.
  
Semsur 
 
Platforma Jinan a Bajêr a Semsûrê jî li Parka Demokrasiyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyanî da çapemeniyê. Jinan pankart û dovîz vekirin û wêneyên jinên hatine qetilkirin hildan. Parêzer Aysû Avci daxuyanî xwend.
 
Îzmîr 
 
Komîsyona Jinan a DÎSK’a Îzmîrê jî bi minasebeta rojê li ber Sumerbanka li navçeya Konakê daxuyanî da çapemeniyê û gelek jin beşdar bûn. 
 
Platforma Jinan a Bûcayê jî li Qada Bu Çevik Bîr Meydan daxuyanî da çapemeniyê. Endama Platformê Hulya Altin daxuyanî da û got piştî erdhejê barê jinan gelek giran bûye. 
 
Li navçeya Dîkîlî jî jin li Qda Ataturk kom bûn û diyar kirin ku ew ji bo jinên hatine qetilkirin li qadan û kolanan e û banga têkoşîna li dijî tundiyê kirin. 
 
Edene
 
Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê jî bi wesîleya rojê li avahiya xwe “Rapora Binpêkirina Mafan a Jinan a Sala 2020 a Edeneyê” bi raya giştî re parve kir. Endama Komîsyonê Baran Oner raporê xwend. Oner diyar kir k udi 10 mehan de ji sedî 37 tundî zêde bûye. Oner got 10 jin li Edeneyê hatine kuştin, 4 jinan întîhar kiriye û 2 jinan jî hewl daye întîhar bikin. Oner da zanîn ku 133 jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatine birîndarkirin û 2 hezar û 138 jin bi gef û heqaretên hevjînên xwe re rûbirû mane, 63 jin bi êrişên zayendî re rûbirû mane û 2 jin jî bi destdirêjiyê re rûbirû mane. 
 
Navenda Mafê Jinan a Baroya Edeneyê jî ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî da çapemeniyê û bal kişand ser tundiyê û newekheviya jinan.
 
Jinên endamê DÎSK’ê jî li Meydana Gençlîk ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kirin ku ew ê ji bo mafên xwe têbikoşin. 
 
Hatay
 
Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê jî di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêvebera ÎHD’ê Ayten Kilinç daxuyanî xwend û got ew ê li dijî tundiyê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Platforma Jinan a Îskenderûnê jî daxuyanî da û berdevka demê ya Platformê Mehtap Sert daxuyanî xwend û destnîşan kir ku tundiya li ser jinan sûcê mirovahiyê ye. 
 
Enqere 
 
Li Enqereyê Komîsyona Jinan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê jî bi wesîleya rojê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen û Nîlay Nayman beşdarî daxuyaniyê bûn û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 10 mehên salê de 402 mafên jinan hatine binpêkirin û newekehviya zayendî heye. 
 
Komîsyona Jinan Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê jî ji bo 25’ê Mijdarê li ser hesabê xwe yê medya civakî bi vîdeoya parve kir balê kişand ser Peymana Stenbolê.  
 
Komîsyona Jinan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê jî li odeya xwe bi armanca rojê daxuyanî da çapemeniyê û jinên hatin qetilkirin bibîr anîn.