Li Wargeha Mexmûrê meşa girseyî ya 25’ê Mijdarê
- 18:14 25 Mijdar 2020
- Rojane
MEXMÛR - Bi minasebeta 25’ê Mijdarê bi pêşengiya Meclisa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan ya Mexmûrê ve meşek hat lidarxistin.
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûrê) bi pêşengiya Meclisa Jinê ya Îştar û Tevgera Jinên Ciwan ya Mexmûrê (TJCM) meşek hat lidarxistin. Meş li ber deriyê şarederiya wargehê dest pê kir. Koma Kevana Zerîn bi erbanên xwe tevlî meşê bûn. Di meşê de pankart û dovîzên ku li ser şîdeta li dijî jinê şermezar dikin û tekoşîna jinê ya ji bo azadiyê tê silav kirin hatin hildan. Her wiha wêneyên Hevrin Xelef û hersê Xwişkên Mirabal hatin vekirin. Meş heta ber deriyê BM’êçberdewam kir û li wir daxuyanî hat dayin. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Nuran Sezgin axivî û endama TJCM'ê Ronahî Herekol jî metna daxuyaniyê xwend.
Nuran, bal kişand ser têkoşînê û got: “Em wek penaberên 26 salan ya wargeha Şehîd Rustem Cudî serê xwe natewinin, ew diyariya Serokatî ya projeya azadîya jinê em ê her tim jiyana xwe esas bigrin û bidin jiyan kirin. Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye. Di kesayeta Şehîd Sara, şehîd Hevrîn, dayê aqidê û tevahî şehîdên Rojava û Kurdistanê bibirtinin. Em hebûn, em ê her hebin.”
Daxuyanî wiha ye: “Di vê sedsala ku pergala dîrokî ya zilamsalar ber bi hilweşandinê ve diçe û hewl dide xwe li ser pîya bihêle hemû derfetên dewletên xwînmij yên cîhanê xistiye meriyetê û hemû hêza xwe êrişî li ser jin û civakên azadîxwaz dike. Lê tişta ku van dewletan nexistiye hesabê an jî nekariye hemberî wî bisekine têkoşin û berxwedaniya jinên azadîxwaz yên cîhanê ye. Weke ku hemû raya giştî jî dizane piştî hezaran salên ku taybet weke jin û civaka kurd û bi giştî ji hemû gelen bindest di bin dagirkerî û metingeriyeke mezin ya hêzên emperyalist re derbas bû, bi saya tekoşîna Rêbertî û derketina PKK re sedsala 21’an bûye sedsala azadiya jinê tola hezaran salan ya jin û civakên bindest hilandiye. Ji bo vê ye ku îro pergala zilamsalar û şefên wê yên tecawizkar ji ber hêrsa xwe ya ji serkeftina tekoşîna jinê bi hemû hêza xwe erîşî laş, mejî, û îradeya jinan dike. Di şexsê jinê de jî erîşî laş , mejî û îradeya civakan dike.
Têkoşin û berxwedana jinan gihiştiye asta herî bilind
Di pêvajoyên dawî de ev erîşên ku li her cîhî û li her keliyê de bi awayeke sistematik tê meşandin gihîştiye lutkeyê û edî rêbazên ku xwîna mirovan dicemîdîne tên ceribandin. Lê disa hemberî van polîtikayên ku hemberî jinan tên meşandin têkoşin û berxwedana jinan jî gihiştiye asta herî bilind û ber bi serkeftinê gavên bi heybet tên avêtin. Îro li Kurdîstanê de li qadên weke Şengal, Rojava, Başur û Bakur û Mexmûrê de jî hemberî erîşên dagirkeriyê jin pêşengtiyê dikin, di nav civakan dejî berxwedanîyê ava dikin û bûne hêza herî bi bandor. Divê raya giştî û hemû jinên cîhanê bizanibin ku heta ev hêzên metînger û kapîtalîst ji holê neyên rakirin, ne li Kurdîstanê ne jî li cîhanê de ji bo jin û civakan ne mumkune ku jiyanek azad bê avakirin. Ji bo vê ji hemberî her cure polîtîkayên erîşê yên ser jinan ên fîzîkî, psîkolojik û civakî divê helwest bê raber kirin û tekoşin bêmeşandin. Li kêleka van polîtîkayan erîşên dagirkeriyê ku li ser başûrê Kurdîstanê û Şengalê tên pêkanîn jî ji êrîşên li ser têkoşîna jinê ne qut e. Ji ber pergala xwe rêvebirinê ya ku li Şengalê hatiye avakirin herî zêde xizmetî tekoşîna azadiya jinê dike, dewletên zilamsalar bi hevpeymanên ku di navbera xwe de çêkirin re hewl didin vê pergala azadîxwaz ya jinê ji holê rabikin û careke din pergala koletiyê li ser civaka Şengalê ferz bikin.
Em ê têkoşînê bilind bikin û pergala zilamsalar hilweşînîn
Divê hemû jinên cîhanê jî bizanibin ku em weke jinên ciwanên şoreşger yên Mexmûrê tu caran van erîşên zayendperestû zilamsalar yên li ser jin û civakên azadîxwaz qebûl nakin û em ê heta dawiyê hemberî dewletên faşist û hêzên emperyal têkoşîna xwe bilind bikin. Weke jin divê em jibîrnekin ku feraseta azadiya jinê ya Rêber APO ji me re hemû derfet avakiriye. Ya ku ji me re dimîne hatina cem hev û denge xwe bilind kirine. Bi boneya roja têkoşîna dijî tund û tijiya li ser jinê weke jinên ciwan yên wargeha Şehid Rustem Cudî em diyar dikin ku hemberî hemu kirinên zilamsalar di çarçoveya pengava ‘Dem Dema Azadiyê ye, Dem Dema Parastina Jin û Civakê ye’ de em ê têkoşîna bilind bikin û pergala zilamsalar hilweşînîn.”
Meş bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” û “Jin Jiyane Jiyanê Nekuje” bi dawî bû.