Li Herêma Federal a Kurdistanê 25'ê Mijdarê

  • 18:12 25 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li Herêma Federal a Kurdistanê bi minasebta 25'ê Mijdarê çalakî hatin lidarxistin. Jinan di çalakiyên xwe de bal kişandin ser tundiya li jinan û gotin ku kesên tudiyê dikin bila bi cezayên giran bên darizandin.
 
Li Herêma Federal a Kurdistanê li gelek bajaran jin di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê de jin daketin qadan û çalakî li dar xistin.
 
Helebce
 
Li Helebce bi navê ‘Cîhanê pirtekalî bikin’ li Baxê Giştî çalakiyek pêk hat û daxuyanî hate dayîn.  Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku îsal jî şîdeta li hemberî jinan zêde bûye û bi taybet di rewşa karantînayê de weke çawa li hemû cîhanê şîdet zêde bûye, li Herêma Kurdistanê bi vî awayî beşek zêde ya jinan bûne qurbaniyên vê şîdetê.
 
Di daxuyaniyê de tê destnîşan kirin ku rojane nûçeyên şîdetê tên weşandin û bi sedan jî bûyerên tundiyê tên veşartin.
 
Kelar
 
Li Hola Hunerî ya Kelarê ya Germiyanê merasîmek ji aliyê Rêxistina Girîng ve pêk hat. Di merasîmê de Berpirsa Rêxistina Girîng  Heyva Mecîd, Berpirsê Malbenda 11 ya YNK’ê ya Germiyan Pola Talebanî û Berdevka Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta Jinan Firyad Hîdayet axvîn û qala rewşa jinan û rola jinan kirin.
 
Piştre kurtefilmek li ser şîdet û kuştina jinan pêşandan.
 
 Çemçemal
 
Li navçeya Çemçemal jî jin çûn serdana gora herdu xwişkên hatin kuştin û destgul danîn ser gorên wan.
 
Di hat payîn ku qaymeqamê Çemçemal derbarê dosya herdu xwişkan agahiyan bide, lê ti daxuyanî neda.
 
Ev herdu xwişkên di temenê 17 û 19 salî de di 9’ê Îlona îsal de li gundekî Çemçemalan şivanekê cenazeyên wan dîtibû.
 
Koye
 
Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê jî jinan li dijî şîdeta li ser jinan çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û xwestin  ku kesên li hemberî jinan şîdetê dikin werin cezakirin.