‘Jinwar modêleke nû ye ji cîhana tevahî jinan re ye’

  • 17:26 25 Mijdar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Rîhan Temo, salvegera damezrandina gundê Jinwar li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û got: “Jinwar modêleke nû ye ji cîhana tevahî jinan re ye.” 
 
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, îro li sernaserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cuda tên li dar xistin. Wekî bersivdayina ji tundiya li dijî jinê bi her awayî gundê Jinwar, bersiva herî xurt û radîkal e. Îro jî bi sedan jinên Herêma Cizîrê li gundê Jinwar kom bûn û salvegera damezrandina gundê Jinwar, pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de gelek sazî û rêxistinên jinan her wiha, dayikên temen mezin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin amade bûn. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Rîhan Temo, di salvegerê de axivî.
 
Rîhanê salvegera sêyemîn ya avakiirna gundê Jinwar li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, jinên cîhanê û jinên têkoşer pîroz kir û wiha got: “Jinwar wekî gundekî jinan û serbixwe di Rojhilata Navîn de wekî modelekî nû ji bo cîhanek ji jinan re di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hate avakirin. Jinwar ji hemû jinên ku dixwazin ji tundiyê xelas bibin û xwe ji nû de avabikin
 
dibe îlham. Avakirina gundê Jinwar di Şoreşa Rojava de Şoreşeke bi serê xwe ye, ev jî tê wê wateyê ku di hundirê şoreşekê de şoreşeke nû hate avakirin. Jin careke din di nava rûpelên dîrokê de bi hêz û xwedî vîn xwe dide der.” 
 
Rîhanê serdema ku jin têde xwe dide der û destkeftiyên pir bi nirx bi dest dixe bi bîr xist û wiha pê de çû: “Îro em rojeke bi wate dijîn. Sîstema baviksalarî û dewletên desthilatdar her çiqasî azadiya jin wekî azadiya civakê dibînin, ewqasî asta êrîşên xwe yên li dijî jinan zêde dikin. Êrîşên ku li ser jinê li Kurdistanê tê kirin, ji metirsiya ji hêza jinê tên kirin.”
 
Rîhan wiha dawî li gotina xwe anî: “Jinên Kurd,Ereb,Suryan,Çerkes û Ermen bi têkoşîna xwe dikarîbûn mûzayikeke bedew ava bikin û Şoreşa xwe cîhanî bikin. Ya ku herî zêde di sala 2020’an de li pêşket ev bû parastina cewherî, rêxistinbûyîn û bi îrade jiyankirin bû. Em ê ji bo parastina nirxên Şoreşê her kêlî li ber xwe bidin.”
 
Piştî axaftinê zarokên Jinwar, dayika Rîhab û Raziya helbset û stran pêşkêş kirin.
 
Paşê Meclîsa Jinwar beşdarvan vexwendin tamaşekirina pêşengeha Jinwarê û belavokên ku gundê Jinwar pênase dike hat  belavkirin.
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.