Şêniyên Qamişloyê ji bo 25’ê Mijdarê meşiyan

  • 17:17 25 Mijdar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Kongreya Star ya bajarê Qamişloyê bi dirûşmeya “Jin jiyane, jiyanê nekujin” meşeke girseyî li dar xistin. 
 
Kongreya Star ya bajarê Qamişlo bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, meşeke girseyî li dar xistin. Meş ji parka şehîd Helepça dest pê kir û li ber navenda Netewên Yekbûyî veguherî mêtîngê. Di nava meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Starwêneyên pakrewanên jin û pankêrtên bi dirûşmeya “Tundiya herî mezin şer e”, “Hevrîn sembola yekîtiya jinan e”, “Na ji kuştina jinê re” hatin hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê axaftin hate kirin. Li ser navê Kongreya Star ya bajarê Qamişlo Endama Kongreya Star Gulîstan Gulo Roja Tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li hemû jinan pîroz kir û ev tişt got: ”Bi minasebeta vê rojê em tevahî pakrewanên azadiyê bi bîr tînin. Ji germahiya dilê jinan em Rêber Apo silav dikin. Em di pêvajoyekê pir girîng re derbas dibin, di dema ku tevahî tevger û saziyên jinan gihêştine astekê ku li hemberî tundiyê têkoşîn û berxwedanê dikin, dewleta tirk li herêmên me yên dagirkirî jinan di qirkirinê re derbas dike. Jinan di rewşên herî zehmet de li ber xwe dane û bûne sembolên aşîtiyê. Îro tundiya li ser jinê bi gotinekê bi dawî nebe, kedek û xebatekî pir mezin di oxira vê têkoşînê de pêwist e. Em hemû jinên cîhanê silav dikin, bi hêviya ku hemû rojên jinan 25’ê Mijdarê bin.”
 
Meş bi dirûşmeya “Jin jiyana azadî bi dawî bû”.