Şêniyên Kantona Girê Spî û Eyn Îsa li dijî êrîşan meşiyan

  • 17:16 25 Mijdar 2020
  • Rojane
EYN ÎSA  - Bi sedan ji şêniyên Kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wî meşiyan û bi riya şandeyeke ji Rêveberiya Xweser ji hêzên Rûsyayê daxwaza zelalkirina helwesta xwe kirin.
 
Di roja 24’ê Mijdarê de dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî bi awayek dijwar êrîşî navçeya Eyn Îsa û gundewarên Kantona Girê Spî kirin. Di encama van êrîşan de çar şervanên QSD’ê û çar jî sivîl birîndar bûn di encama bersiv dayîna şervanên QSD’ê de 18 çeteyên dewleta tirk jî hatine kuştin. Li beranberî van êrîşan û topbaranên li ser bajêr îro di seatên serê sibê de gelê Kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa meşiyan. 
 
Bi sedan ji şêniyên Kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wî yên li ser Eyn Îsa û
 
gundewarên wê û di heman demê de binpêkirina lihevkirinê meşiyan. Meşvan li qada Polîsan kombûn û berê xwe dan qada navenda bajêr. Di meşê de pankartên bi nivîsa “Bese ji dagirkirina Girî Spî, axa me, koçberî û qetîlkirina gelê me re”, “Em dixwazin bi aşitî bijîn”, “Bese ji xwînmijiyê re”, “Em dixwazin Girê Spî, Serêkanî û Efrînê ji dewleta tirk û terorîstan rizgar bikin” û alên Kongreya Star û PYD’ê hatibûn hildan.
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Hevserokê Kantona Girê Spî Sebrî Nebo axivî û wiha got: “Ev êrîşên li ser Eyn Îsa û gundewarên wê li ber çavên hêzên Rûsyayê pêk tên, tevî vê jî ew tuhelwestê nîşan nadin. Ji ber vê hebûn û tunebûna van hêzan wek heve û bêdengiya wan tê wateya hevkariya wan ya bi dewleta tirk re ji bo dagirkirina Eyn Îsa yê. Li ser vê bingehê em banga zarokên Kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa dikin ku li hember vê komployê hişyar tevbigerin. Divê em berxwedaniya xwe bidomînin û li dijî tevahî komplo û êrîşan têkoşîn bikin.”