Platforma Şahmaran têkildarê 25’ê Mijdarê daxuyanî da

  • 17:14 25 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Platforma Jinan ya Şahmaranê bi minasebet 25’ê Mijdarê daxuyaniyek dan û gotin em ê li hemberî tundiyê her tim li qadan bin.
 
Platforma Jinan ya Şahmaranê ya Mêrdînê bi minasebet 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan li ber deriyê avahiya KESK’ê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlementer HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar ji beşdarî daxuyaniyê bû. Endama platform Dîlan Dal metna daxuyaniyê xwend.
 
‘Bi îqtidara AKP’ê re tundî zêde bû’
 
Dîlan wiha dest bi axaftinê kir: “Sîstema zayendperest deshilatdariya xwe bi tundî, cudahiya di navbera nasnameyan de dide berdewam kirin. Tundî yek ji rêbazên ku li jinan deshilatdarî avakirinê ye. Me neçarê jiyanekî wisa dikin. Îqtidara AKP’ê ji bo ku tevdîrên di aliyê ewlehiya jinan de negirtin bi eşkerehî têdikoşe. Îqtidara AKP’ê ji aliyekî ve hişmendiya xwe ya zayendperest, ji aliyekî ji bi hişmendiya we ya nîjadperest re welat birêve dibe. Bi hezaran jinên xebatkar bi KHK yê ji kar hatin avêtin. Bi qayûmên hatine tayîn kirin re komeleyên jinan bê bandor hatin hiştin. Li hemberî komeleyên jinan girtin û êriş pêk hatin. Lewra di pêvajoya deshilatdariya hikûmeta AKP’ê de tundiya li ser jinê zêde bû.”
 
‘Em ê tim têbikoşin’
 
Dîlan bal kişand ser têkoşîne û wiha axaftina xwe da berdewam kirin: “Ligel tundî û gefên dewletê niha di holê de gefek ya şewba koronoyê heye ku di vê pêvajoyê de rêjeya tundiyê gelek zêde ji bûye. Li navçeya Mêrdînê bi sere xwe li reja tacîz û tecawizê di sala 2020’an de 10 jin bi awayekî bi guman  jiyana xwe ji dest dan. Ev ji nîşan dide ku  li Tirkiyeyê û bajarê Mêrdînê çiqas tundî zêde bûye. Lewra di van bûyeran de jin bi tenê tên hiştin. Polîtîkayên bê cezatiyê û ne pêkanîna qanûnan dibe sedema zêde bûnê. Daxwaza me ew e ku Peymana Stenbolê bikeve meriyetê û neyê taloqkirin. Em ê her tim li dijî van tundiyan li kolanan bin û em ê têkoşîna xwe bidin berdewam kirin.”
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.