Ebru Gunay: Em ê li her derê xwe biparêzin

  • 17:12 25 Mijdar 2020
  • Rojane
WAN - CLEMÊRG- Li Wanê bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr nehat dayîn ku TJA çalakiya xwe pêk bîne. Lê li ser berxwedana jinan daxuyanî hat dayîn .Di daxuyaniyê de Ebrû Gunay a xivî û got, "Bi dirûşma 'Em xwe diparêzin' li her cihê ku em lê ne em ê xwe biparêzin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Wanê xwest meşek li dar bixe. Polîsan bi hêceta “pandemiyê-koronayê” û “qedexeya çalakî û şahiyan” destûr neda meşê. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn û gelek jinên ji bajarên derdorê hatibûn û jinên Wanê beşdarî çalakiyê bûn. Di navbera parlamenter û polîsan de demek dirêj nîqaş dewam kir. Jinan bi berzkirina dirûşman bertek nîşanî destûrnedana çalakiyê dan. 
 
Piştî ku destûr nehat dayîn jinan li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin daxuyanî xwend û got: “Em ê serê xwe ji polîtîkayên dijmintiya jinan re netewînin. Em ji zilam û hêzên dewletê û desthildariyê natirsin. Em bi vê sekna xwe ya dîrokî serbilind in. Em bi rûmet in, me çong danenî û em serbilind in.” 
 
Li Colemêrgê 25'ê Mijdarê
 
Jinan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Colemêrgê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyanî dan çapemeniyê û pankarta "Em xwe li hemberî zordestîya mêran diparêz in” vekirin. Hevseroka HDP’a Colemêrgê Sîpan Tûran daxuyanî da û bal kişand ser têkoşîna jinên kurd.