Li Kerkûkê 44 jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn

  • 17:00 25 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kerkûkê bi minasebeta 25'ê Mijdarê 44 jinên ku di 11 mehan de hatin qetilkirin hatin bîranîn.
 
Li Kerkûkê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Heberî Tundiya li Jinê 44 jinên ku di 11 mehan de hatin qetilkirin hatin bîranîn. Di çalakiya ku ji aliyê Komeleya Hîvayê ve hat kirin de gûl danîn binê pêlavên 44 jinên ku hatibûn qetilkirin.
 
Herwiha jinên çalakvan di heman demê de wêneyên jinên hatin qetilkirin bi daran vekirin. Hat ragihandin ku wê ji bo jinan lîstika şanoyê jî di nav rojê de bê pêşandin û jinên hatine qetilkirin bên bîranîn.