Jinên Şengalê bi boneya 25’ê Mijdarê meşiyan

  • 16:49 25 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Jinan, jinên Êzidî li Şengalê meşek girseyî li dar xistin.
 
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Jinan, jinên Êzidî li Şengalê meşek girseyî li dar xistin.Meşa ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hat rêxistinkirin, ji ber Meclia Gel heya ser rêya sereke ya Sinûnê berdewam kir. Di meşê de alên YŞJ’ê TAJÊ’ê , wêneyên şehîdên fermanê û jinên bune qurbanî bilind kirin. Her wiha bi berdewamî dirûşmên “Jin jiyan azadî", "Jin jiyane jiyanê nekujin” hatin berzkirin.
 
Piştî meş gehişt ser rêya sereke ya bajarokê Sinunê, li wir daxuyaniyek li ser Navê TAJÊ’ê ji aliyê Siham Dexîl ve hat xwendin.
 
Sîham wiha got: "Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî em berxwedana  25 Mijdarê bibîr tînin û soza berdewamiya tekoşîna her sê xuşkên Mîrabel, tekoşîna hemû Jinan di nav dîrokê de, Şêhîdên Fermanê û Şehîdên Şoreşê didin. Di heman demê de em bang li hemu sazî û dezgehên Jinan, saziyên sosiyalîst û femînist dikin ku bi çalakiyên xwe li qada bin û yekitiya Jinên cîhanê nîşan bidin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jina azad pêşeroja xweseriya Şengalê ye", "Ji şîdetê re na", "Jin jiyan azadî”