Jinên Helebê di 25'ê Mijdarê de daketin qadan

  • 16:17 25 Mijdar 2020
  • Rojane
HELEB - Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li  Jinê bi sedan jinên Helebê daketin qedan û tundî şermezar kirin
 
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê bi sedan jinên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşek girseyî li dar xistin. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn dest pê kir û heta Hola Cebbanat dewam kir. Di meşê de bi sedan jin sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Her wiha wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Na ji qirkirin û dagirkeriyê re em ê jin û jiyanê biparêzin"  hatin hilgirtin.
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê Hevseroka Tev-Demê Zelal Cîger axivî û wiha got: "Îro 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ye û îro bi sedan jin li ser piyan e. Ev tundî ne tenê li ser jinê tê meşandin, berovajî li ser tevahî mirovahiyê tê meşandin û em li dijî hemû tundiyan têkoşînê dimeşînin. Divê jin herdem li ser piyan bin û têkoşîna azadiyê bidin.  Ji ber em vê rastiyê dibînin dijminê hov û kedxwar ji bo ku civak, welat, çand û ziman tune bike dixwaze di serî de jinê tune bike. Em jî ji dijmin re dibêjin ji bo ku em welatê xwe azad û zindî bikin divê em weke jin li ser piya bin û xwedî li şoreşa jinê derkevin." 
 
Paşê ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ve listikek şanoyê ya têkîldarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li  Jinê hate pêşkêşandan.