'Em rê nadin fermanek din'

  • 16:10 25 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Şêniyên Şengalê li dijî pilanan xwe bi rêxistin dikin. Duh Şengaliyan li gundê Borikê civîneke gel li dar xistin. Civîn li dijî pilanên qirêj ên Hukumeta Iraq û PDK’ê hate çêkirin.
 
Şêniyên şengalê yên ku li dijî peymana di navbera dewleta Iraqê û hikûmeta Hewlêrê derdikevin xwe bi rêxistin dikin û dibêjin ku ew rê nandin Fermaneke din. Di vê çarçoveyê de duh li gundê Borikê civîneke gel hat lidarxisitn. Civîn li dijî peymana Hukumeta Iraq û PDK’ê hate çêkirin.
 
Civîna ku li gund hate kirin ji aliyê Hevseroka meclisa xweseriya demokratik a Şengalê Xezal û Zerdeşt ve hate birêvebirin. Kesên tevli civînê bûn ev pilanên heyî weke fermaneke nû ya li ser civaka êzidî pênase kirin û gotin: “Em weke şêniyên Şengalê tu caran vê yekê na pejirînin.  Em heta dawiyê tekoşîna xwef bikin, ji ber ku xweparastin mafê me ye.” 
 
Di civînê de xezal bal kişand ser hêzên ku dixwazin serweriya xwe li ser Şengalê bi bandor bikin û wiha bilêv kir: “Weke hun hemû jî dizanin tifaqek di navbera hukumeta Iraqê û PDK’ê de hatî çêkirin. Her çiqas gelê me li dijî van pîlanên qirêj rawest, yan jî  ji bo mafê xwe çalekiyan li dar dixe, dijmin jî qat bi qat listikan zêdetir dike. Em weke şêniyên şengalê heta dawî dijî şer in.  Lê ger tenê wê li pêşiya me bihêlin em ê xwe biparêzin."
 
'Şengal ji bo hemû hêzan girîng e'
 
Zerdeşt ê di derbarê pilanên li ser Şengalê de axivî jî wiha got: “ her kesê ku dibêje ez mirov im xwedî wijdan im divê ji van kiryarên li ser Şengalê tên kirin re bêdeng nemîne. Giringiya Şengalê ji bo hemû hêzên ku dixwazin di Şengalê de bi cih bibin re heye. Minak Hukumeta Iraqê dixwaze Hîlala şîîa çêbike ji çilmêra bigirin sinorê Sûrî heya Şamê biçin. Tirk jî, hîna qela Osmaniyan ya  kU êrişê Şengalê kirine dikin. Ew jî dixwazin vir bigirin û xeta Mûsil û Kerkûkê bikin destê xwe. PDK jî dema Sedam têk çû êriş kir û got ez serwerê Şengalê me, berî fermanê jî li herêmê serwer bû. Di xwazin vê yekê berdewanm bikin em jî vê yekê dibêjin. Êdî Şengal xwedî li xwe dertê û di her warî de dikare xwe biparêze. Me tu hêzên din navê. Ji bo em bikarin li beramberê van listika tê bikoşin divê em xwe bi rêxistin bikin, bi hêztir bikin û ji hemû rewşan re amade bin.” 
 
'Em dikarin xwe rêve bibin'
 
Jina bi navê Meyan ya ji gundê Borikê jî di derbarê mijarê de wiha got: “ Me îro civînek girîng li darxist. Dixwazin şirta bînin li çiyayê çilmêra bi cih bikin. Em vê yekê qebûl nakin, biryarên ku rêveberi û îradeya gelê me nas neke em jî nas nakin. Ger em bi sedan şehîd jî bidin em ê li beramberê van politikayan bisekinin.”
 
Em bêdeng namînin
 
Herî dawî jina bi navê Tewrê xelef jî bi van gotinan biryardariya xwe anî ziman: “Em îro hatin meclisa xwe, em jî bi rêveberiyên xwe re hem fikirin, em ê tûcaran li beramberî van pilanan bêdeg nemînin, çi jî ji me were xwestin em ji bo gel û Şengala xwe amadene.