Jinan li Mêrdînê li dijî tundiyê meşa girseyî pêk anîn

  • 15:47 25 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Qoserê jinan bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinan li gel astengiya polîsan meşeke girseyî pêk anîn û tundiya li jinên tê kirin şermezar kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê meşek girseyî li dar xistin. Meş ji aliyê Polîsan ve hat astenkirin û destura hilgirtina pankartan nehat dayîn. Rexmê hemu astengiyan jin ji parka Mehmet Sîncar ber bi avahiya HDP'ê ya navçeyê ve meşiyan. Di meşê de pankartên “Jin Jiyan Azadî, Mêr dikuje dewlet diparêze, Ji tundiya tewletê re na, Ji qirkirina xwezayê re na, ji Tecavuzê re na û Şideta li jinê Xiyanete” hatin hilgirtin û diruşmên “Jin Jiyan Azadî,” hatin berzkirin.
 
Çalekvanan meşa xwe li ber deriyê avahiya HDP'ê bi dawî anîn û daxuyaniyî dan .Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz di daxuyaniyê de axivî.
 
'Jin ji hemû cûreyên tundiyê re dibêjin na’
 
Salîha Aydenîz di serî de bal kişand ser astenga polîsan û wiha got:"Em li hemberî tundiyê li vir kom bun lê bi dehan maşîne û polîsan dora me girtin. Li şuna ku li hemberî tundiyê bibin asteng ji kombuna jinan re dibin asteng. Ev ji cureyek yê tundiyê ye. Ji ber ku dizanin ger jin kom bibin dengê xwe derxin wê civak azad bibe û ji wan re jî ev cih wê teng bibe. Hun dibînin jin îro li vir li hemberî hişmendiya we ya zayendperest, nîjad perest, li hemberî tecavuzên we, li hemberî tundiya we li hember kiryarên we serî radikin û dibêjin êdî bese.”
 
‘Hîna hişmendiya hikumetê heman e’
 
Salîha wiha berdewam kir: “Di ser qetilkirina xuşkên Mîrabal re 60 sal derbaz dibe û hîna ew hişmendiya tecawuzkar û zayendperest ne hatiye guhertin.  Li cihekî ku di nava rojê de herî kêm 5 jin tên qetilkirin, qala reformê, wekheviyê û aşitiyê dikin. Ger li cihekî her roj tundî, qirkirin, tecavuz werin kirin û ger her roj li hemberî siyasetê êrişek were kirin tê wateya ku wê îqtidarê paya xwe ji demokrasiyê negirtiye. Gulîstan Doku hat wendakirin, kiryarên buyerê diyar bûn lê li şuna wan xuşka Gulîstan Doku hate girtin.”
 
Salîha got rêxistina jinên kurd mîraseke ya têkoşînê ji wan re hiştiye, ew têkoşîna wan didin berdewam kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me tucarî têkoşîna xwe nîvco nehiştiye.  Ji ber ku em xwedî mîraseke mezinin. Li girtîgehan, li kolanan, li her qadana em ê têbikoşin.”
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.