Jinên Sirînê 25'ê Mijdarê silav kirin

  • 15:20 25 Mijdar 2020
  • Rojane
KOBANÊ- Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan, jinên bajarokê Sirînê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin: "Bila ne tenê tenê 25'ê Mijdarê bibe roja têkoşînê, em ê her rojên xwe bikin roja têkoşîna li hemberî tundiyê."
 
Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, îro jinên bajarokê Sirînê ya girêdayî Kantona Kobanê daxuyaniyk dan çapemîniyê. Daxuyanîya li pêşiya  pira navçeyê hat dayîn de hemû sazî û dezgehên jinê  Kongreya Star, Rêxistina Sara ya li dijî tundiyê, Mala Jinê, Desteya Jinê, Jineolojî û bi dehan jinên Sirînê amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên hersê xwîşkên Mîrabal, Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Doxan, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, alên Kongreya Star û pankertên bi nivîsa "Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û jiyanê biparêzin" hatin hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star a bajarokê Sirînê Esma El- Kino ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di serî de em wek tevgera jinê vê rojê silav dikin, bi salane jin rastî tundiyê tên û heta roja îro jî yên ku zor û zehmetiyê dibînin jin in. Ji ber kevneşopiyên civakê û hişmendiya mêrê serdest êdî bi rengekî kilasîk li jinê tê mêze kirin. Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê dixwazin vîna jina têkoşer û berxwedêr tune bikin, kîjan jin dibe serkêş ew jin dibe armanca êrîşên dewleta tirk û dewletên ku naxwazin jin serî hildin. 
 
Bi  hêza rêxistina jinan û têkoşîna ku bi salane jin didin meşandin, îro bi saya wê jin bûn e xwedî nasname û bi vîna xwe kar û xebatê didin meşand û ya ku niha civakê bi rêve dibe jine. Îro bi deh hezaran jin xeta hersê xwîşkên Mîrabal didin meşandin û têkoşîna wan bilin dikin. Em ê weke rêxistina jinê heta dawiyê li dijî tundiyê li ber xwe bidin û em ê hemû rojên xwe bikin roja têkoşîna li dijî tundiya jinê."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.