TJA'yê li Şirnexê 25'ê Mijdarê bi çalakiya xeleka binevşî pêşwazî kir

  • 15:10 25 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê, bi minasebeta 25’ê Mijdarê çalakiya xeleka Binevş li dar xist. Di çalakiyê de jinan, anîn ziman ku li dijî tundî û komkûjiya jinê ew ê li ber xwe bidin û bang kirin ku hemû jin dengê xwe bi hev re bilind bikin.
 
Tevgera Jinên Azad(TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cihanê li ber avahiya HDP’ê ya Şirnexê Çalakiya xeleka binevşî li dar xistin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Jinên HDP’ê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de jinan, wêneyên jinên ku hatin qetilkirin bilind kirin. Daxuyaniyê li ser navê jinan  ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Zozan Aksu ve hat xwendin.  
 
Zozanê, anî ziman ku jin li dijî êrîşan têdikoşin û got: “TJA di sedsala 21’emîn a jinan de ne ku li dijî dîroka ‘merê leheng’ ê fêlbaz, sextekar û qirker ji bo azadiya xwe têdikoşe. Zîhiniyeta serwer a mêr her çî xwe di bin navê dewletê de saz kiriye, dijminatiyê li jinan dike û li hemberî vê jî têkoşîna azadiyê ya jinan bênavber didome. Berxwedana jinan derxist holê ku dewleta mêran nîjadperest, zayendperest, mîlîtarîst e, her wiha ol îstismar dike; dîsa da nîşandan ku netewe-dewlet ji bo mêrên kujer her roj efuyê derdixe. Bîrdoziya azadiyê ya jinê bi gelek bedel, ked û tecrûbeyên me li dijî bîrdoziya mêrê serwer disekine.”
 
‘AKP bi şer dixwaza li ser piyan bimîne’
 
Zozanê, destnîşan kir ku îqtîdara AKP-MHP’ ê bi şerxwaziyê li ser piyan dimîne û wiha domand: “Îqtîdar ji bo ser siyaset, tenduristî, perwerde, politikaya naxweyî û derve û aboriya xwe ya têkçûyî binixumîne, di serî de jinan dike hedef mafên civakê bi giştî xesp dike. Ew bi siyaseta Joh, Poh û Bekçiyan hewl dide pergala xwe ya riziyayî bidomîne. Ev pergala yekperast a heta niha li tu derê nehatiye dîtin, bi dijminahiya li jinan hewl dide hebûna xwe bidomîne. Em bala xwe bidin dîroka 25’ê Mijdarê, dema em nasnameya polîtîk a xwişkên Mirabal ên li dijî dîktatoriya faşîst a komara Domînîkê têkoşiyan bêyî behsa hebûna mêrê faşîst bikin û vê rojê bi ‘roja têkoşînê ya li dijî tundiya li jinan’ bi nav bikin, ev ji bo me mijara rexnedayînê ye. Dîsa jî bi saya jinan faşîzmê di dîrokê de wekî tabloyeke şermê cihê xwe git .”  
 
‘Ev polîtîkaya mêr-dewletê ya fêlbaz û bêbext e’
 
Zozanê, dirêjiya axaftina xwe de ev tişt got: “Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de li dijî DAIŞ’ê, hevkarên wê û yên bi heman zîhinyetê jinên kurd nebûn koçber bûn berxwedêr, nebûn ganîmetên şer û têkoşîn dan. Jinan heta ku parastina xwe ya cewherî li dijî DAIŞ’ê kirin legal bûn lê piştî serkeftinê îllegal hatin binavkirin. Ev polîtîkaya mêr-dewletê ya fêlbaz û bêbext e. Bi êrîşên hewayî û ser erdê yên li dijî rêxistina jinên kurd û yekitiya neteweyî ya kurdî, hewl didin fikra parastina cewherî ya ku ji bo dînamîkên azadîxwaz dibe mînak asteng bikin. Tevahiya cîhanê dizane ku em jin êdî nê bê rêxistin û berxwedanin. Em dibêjin ku jinên pêşengên neteweya demokratîk nikarin bên sekinandin.  Ji ber vê yekê ye ku êrîşên rejîma yekmêrî ya AKP-MHP’ê ya li dijî jinên Kurdistan û Tirkiyeyê tevî tundiya meran bi tundiya mêr-dewleta bi unîforma, mirinên jinan ên biguman sîstematîk bûn. Ji bo vê pergalê tu cudahî di navbera jinên li dijî vê têdikoşin û jinên Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune ye û îlegalîze dike.”
 
‘21 salin tecrîd didome’
 
Zozanê, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Dewletên bûne wekî gund, li hemberî vê dernayên. Bi vî awayî ew li dijî proktokolên navneteweyî yên wan îmze kirine îxanetê dikin. Sedema vê jî dijminahiya mêr-dewletê ya li heberî jinan e.  21 salin her roj bi tecrîdê mirovahî tê tecrîdkirin. Têkoşîna jinan wê li her derê bêje girtiyên siyasî rûmeta me ne. Em ji tecrîdê re dibêjin na.”
 
‘Em agirê berxwedanê geş dikin’
 
Zozan, dawiya axaftina xwe de got ew wek jin li dijî polîtîkayên modernîteya kapîtalîst derdikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em agirê berxwedanê geş dikin û bedena xwe, jiyana xwe, ax û ava xwe, çiya û daristanên xwe, zozan û sewalên xwe, zimanê xwe yê dayikê û azadiya bi rêxistinbûnê diparêzin. Wek teyrê sîmir, em ê ji xweliya ji nû ve çêbibin û bigihîjin jiyana xwezayî ya zindî. Azadî bêrêxistin nabe, ew çavkaniya me ya jiyanê ye. Wekî TJA’yê em ê li dijî polîtîkayên dijmin serê xwe netewînin. Em ji mêrên bidar, postalên bicop û mêrê dewleta leşkerî natirsin. Em Jinên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê, di 25’ê Mijdarê de bi gotina jiyan û qad yên me ne, vedixwînin qadên azad ên jinan.”
 
Piştî daxuyaniyê, çîroka jinên hatin qetilkirin ji aliyê jinan ve hat xwendin. Piştî xwendina çîrokên jinan çalakî bi dirûşmên “Em xwe diparêzin”, “Bijî Berxwedana Jinê” û “Jin Jiyan Azadî” ku hatin berzkirin bi dawî bû.