Ji Dayikên Aştiyê banga yekitiyê

  • 14:48 25 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Înîsiyatîfa Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildari yekitiya neteweyî daxuyanî dan. Dayikan ji bo pêkanîna yeketiyê bang kirin û laçikên xwe avêtin erdê.
 
Înîsiyatîfa Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildarî mijara yekitiya neteweyî ya Gelê Kurd de li ber avahiya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya hat dayîn de ligel endamên Înîsyatîfa Dayiyên Aştiyê, parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun û Dêrsîm Dag jî amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Dayika Aştiyê Naciye Yîgît ve hat dayîn.
 
‘Êdî em şer naxwazin’
 
Nacîye destnîşan kir ku divê di her parçeyên Kurdistanê de hemû kurd bibin yek û ev tişt anî ziman: “Banga me ew e ku bila ew şer raweste. Ji bo ku êdî xwîna kurdan neye rijandin, tu kes nemirê divê bi lez û bez yekitî pêk were. Êdî em di nav kurdan de şer naxwazin. Ji ber ku em dayik in. Laçikên me yên spî sembola aştiyê ne. Ew kevneşopiya ji kal û pîrên me hatiye. Em ê îro laçikên xwe biavêjin erde. Ew ne tiştekî hêsan e, gelek giran e. Lê em ê biavêjin erdê ku bila êdî zarokên me nemirin û di nav kurdan de şer pêk neyê. Kurd kurd e. Reş û spîtiya kurdan tune ye. Em banga yekitiyê dikin, banga aştiyê dikin.”
 
Piştî axaftinê dayikan bi tilîlîyan laçikên xwe avêtin erde û daxwaza pêkanîna yekitiya neteweyî kirin.