Jinên Eyn Îsa tundiya li jinên li herêmên dagirkirî şermezar kirin

  • 13:46 25 Mijdar 2020
  • Rojane
EYN ÎSA - Rêxistina Kongreya Star a navçeya Eyn Îsayê bi minasebeta 25`ê Mijdarê,  tundiya li ser jinên li herêmên dagirkirî şermezar kir û banga bilindkirina têkoşînê kirin.
 
Bi minasebeta 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê, Rêxistina Kongreya Star a navçeya Eyn Îsa daxuyanî da.  Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star bi beşdarbûna nûnerên meclîsa navçeyê,komunên wê û nûnerên Kantona Girê Spî ya dagirkirî hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Kongreya Star a navçeya Eyn Îsa Heya Elî ve hate xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Em 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî  silav dikin.  Em hêvî dikin ku di vê rojê de em tundiya li ser jinan ber bi dawîkirinê ve bibin. Em di vê rojê de hemû cuyerên tundiyê ku ji aliyê pergala zayendperest û pergalên desthilatdar ve li ser jinan tê meşandin şermezar dikin. Her wiha em hişyariyê di derbarê veşartina bûyerên tundiyê didin ku ev yek dibe sedema zêdebûna çanda tundiyê û dihêle ku sucdar bê ceza bimîne.  Tundî dibe sedem ku li jinan zilm bê kirin û pirsgirêkên civakî zêdetir dike.  
 
Em bi vê mûnasebetê ji jinên ku niha di Kantona Girê Spî de di bin dagirkeriya dewleta tirk de dijîn û rastî tevahî rêbazên tundiyên tên, dibêjin divê hûn asta têkoşîna xwe ya li hember tundiyê bilindtir bikin. Em di dawiyê de bang li rêxstinên hiqûqî, mirovî û yên jinan dikin ku li hember tundiya li ser jinan helwesteke hevbeş nîşan bidin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Ji tundiya li ser jinê re na” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.