Ji Platforma Jinan a Şahmaran peyama 25'ê Mijdarê

  • 11:59 25 Mijdar 2020
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaran bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinan peyamek bi dîmen parve kir.
 
Platforma Jinan a Şahmaran bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinan li ser medyaya civakî peyamek bi dîmen parve kir. 
 
Di dîmenê de jinan xalên hevpeymana Stenbolê yên weke "Ji bo jiyanek  ewle pêwîste peymana Stenbolê were pêkanîn, bila rayedar karê xwe pêk bînin, newekhevî û tundî suc e, qadên weke perwerde, medyaya civakî ji bo asten kirina tundiyê bi karbînin, li dijî tundiyê mekanîzmayên piştgiriyê ava bikin, divê li her taxî cihên şêwirîna jinan hebe, ji her hezar şêniyê re avahiyên parastinê, li her qadê divê cihên ku bi awayê derunî ji piştgirî bidin jinan werin avakirin." hatin parvekirin.