Li girtîgeha Şakranê îdaya nexweşiya jana zirav

  • 11:45 25 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Xuşka Delîl Tekîn ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê dimîne Vesîle Tekîn, îdia kir ku şewba Covîd -19 re nexweşiya jana zirav(werem) jî belav dibe. 
 
Li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her roj yeke din zêde dibe. Li gel binpêkirinên mafan koronavîrus (Covîd-19) jî jiyana girtiyan dike xeterê. Ligel ku şewba koronayê ji meha adarê de li Tirkiyeyê belav bûye jî li girtîgehan ewlehiyeke bi rêk û pêk nehatiye girtin. Ji vê rewşê hem girtî û hem jî malbatên wan bi gûman in.
 
Malbata Delîl Tekîn ê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê girtî ye jî îda kir ku li gel şewba koronayê nexweşiya jana zirav jî belav dibe. Xuşka Delîl Wesîle Tekîn, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê li dijî vê rewşê tu ewlehî ne girtiye.
 
'Ewlehî nayê girtin'
 
Vesîle wiha bahsa rewşa girtîgehan kir: "Birayê min cara dawîn dema ku li me geriya dengê wî nebaş dihat. Ji min re got ku li girtîghean li gel şewba koronayê nexweşiya jana zirav jî belav dibe. Birayê min diyar kir ku li gel belavbûna nexweşiyan jî rêveberiya girtîgehê tu ewlehiyê nagire û hewl dide van nexweşiyan veşêre.  Dema ku li dijî vîrusê malzeme dixwazin jî rêveberiya girtîgehê nade wan.  Jiyana girtiyan di xeterê de ye lê kest tu tiştî nake.  Ew li wê û em jî li vir ji rewşê bi gûman in. Bila rewşa girtîgehan bê lêkolînkirin."