Jinên Êzîdî: Me hêz ji fikrên Rêber Apo girt em ê li ber xwe didin

  • 09:08 25 Mijdar 2020
  • Rojane
Tolhildan Ozan
 
ŞENGAL - Bi boneya 25’ê mijdarê roja tekoşîna li dijî tundiya li jinê, jinên êzîdî yên Şingalê têkildarî mijarê axîvîn û diyar kirin ku ew bi hêza ku ji fikrên Rêber Apo digirin li ber xwe didin. 
 
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê wekî li her dera cîhanê li her çar parçeyên Kurdistanê jî rêxistinên jinan û aktîvîstên jin bi rojane di berxwedanê de ne û bang li jinan dikin ku dakevin qadan, dengê xwe bilind bikin û ji tundiya li jinê tê kirin re bibêjin na. Li Şengalê jî jinên ciwan ku di bin navê Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) de xwe birêxistin kirine û jinên ku di bin sîwana Tevgera Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) de cih digirin bi minasebeta 25'ê Mijdarê nirxandin kirin.  
 
Endama YJCÊ Kînan diyar kir ku ew wek jinên êzîdî bûne xwedî hêz û tekoşîneke mezin didin û wek ciwanên jin ên êzîdî dixwazin  hêzeke mezin a jinan li Şingalê bidin avakirin.  Kînan balkişand ser hêza cewherî ya jinên êzîdxanê, xwe rêveberina jinan û wiha got : ‘’Me YJŞ’’a xwe ava kir, me meclîsên xwe avakirine, dayikên me zarokên xwe yên xort perwerde kirine, ji YBŞ’ê û asayîşê re şandin. Îro hêza me ya Şingalê ya kurdên êzîdî heye. Hewcederiya me bi kesekî nîne. Berî fermanê jî civaka me ya êzîdî bindest bû, ji ber ku zilam di bindestê dewletê de bûn û zihnîyeta zilam li ser jinan jî serdest bû. Lewma civaka êzîdî hertim di qetlîam û fermanan re hatiye derbaskirin. Em  wek jinên ciwan xwe berpirsyarê vê civakê dibînîn û em pêşeng û xizmetkarên vê civakê ne. Ji ber ku ev ax li gel me civaka êzidî gelek pîroz e, em li ser vê axê mezin bûne û ax axa me ye. Ewqas ferman çêbûn em hîn jî li ser vê axê ne. Kes ji me ji ber zoardariyê di Almanyê re derketin û belav bûn.  Lê dîsa jî vegeriyan. Pîştî fermanê jin jî bûn xwedî îrade û xwe nas kirin.  Bi fikr û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kirin. Divê em wek jin xwedî lî li ax û rûmeta xwe derkevin.  Hêza ku me ji Rêber Apo girt, em bi wê hêzê li berxwe didin. Em wek civaka êzîdî  ne kêm in,  lê desthilatdariya dewletê tim bi wê fikrê nêzî me dibin û me bê parastin dibînîn. Lê em bi fikrên xwe şer dikin. Bila hemû cîhan bizanibe ku yê destê xwe dirêjî vê axê bike ji hemû jiyana xwe ya mayî wê poşman bibe.’’ 
 
Berê jin bindest bû
 
Kînan di berdewamiyê de diyar kir ku berî fermanê di asta herî jor de jin bindest bû û bindestê zilam bû.  Lê zilam jî bindestê dewletê bû. Kinan wiha berdewam kir: ‘’Lê divê em vê bizanibin ger jin azad be jixwe civak azad e. Lê îro jina êzîdî bûye xwedî zanista azadiyê, xwe rêxistin dike û buye xwedî îrade. Yên ku vê civakê dimeşînin dayikên me ne. Em hêza xwe ji dayikên xwe digrin. Ez bang li hemû jinan dikim ku pêşeroja vê civakê ne, divê em nehêlin ev civak carek din li ber fermanê biçe. Divê em destûr nedin ku êdî lîstik li ser jinê were meşandin û qetlîamên herî mezin li ser jinê pêk werin. Em jin li Şengalê îro xwedî hêz û xwedî zanistin û ev jî bandora xwe li ser zilam û tevahî civakê dike. Em tevlî perwerdê dibin, di meclîsan de cîh digrin tevlî meşa dibin û mafê xwe diwazin. Dayikên me yên çûn Bexdayê mafên xwe dixwazin û dîlgirtiyên xwe dixwazin. Ji ber ku ev ax axa me ye." 
 
Endama TAJÊ Wehda Reşo jî qala bindestiya jinên êzîdî ya beriya fermanê kir û wiha dest bi axaftinên xwe kir: ‘’Berî fermanê jin bindest bû û jin kole bû, Nedikarî li ber xwe bide. Di hemû fermanan de jin bû qurbanî û herî zêde jin hate hedefgirtin. Jin jî timî bindest bû û nedikarî hesabekî xwe bike. Çi xirabî hebû bi serê jinê de dihat, jin timî berdêla hemû êş û fermanan daye. ‘’
 
’Jin bû xwedî hêz’
 
Wehda Reşo di axaftinên xwe de behsa kêliyên fermanê kir û got di fermanê de DAIŞ êrîşî jinên êzîdî kir, jin hat revandin û dîl kete deste wan hovan. Jinê xwe naskir û ew fikra bindestiyê êdî ji serê xwe deranî.  Wehda behsa piştî dema fermanê jî kir û got êdî hêza wan heye lewma ew carek din nahêlin ew hêzên hov yên di dema fermanê de êrîş kirin, cardin bi ser wan de werin. Wehda wiha berdewam kir: ‘’Daxwaziya min ji hemû jinên êzîdî û hemû jinên cîhanê heye ku bila li berxwe bidin û bindestiyê êdî derbas bikin. Daxwaza min ji her jinek êzîdî re heye, bila êdî nehêlin mêr destdirêjiyê li mafên wan bikin. Bila li ber xwe bidin."
 
’Êdî bila jin nekeve bin hûkma mêr de’
 
Wehda Reşo di axaftinên xwe de qala fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî kir û wiha  berdewam kir: ‘ "Em bi fikrên Rêbertî xwe birêve dibin û ew fikr dil û mêjiyê me paqij kiriye. Êdî bila jin nekeve bin hûkmê mêr.  Ji ber ku êdî em ne wek berê ne.. Me fikreke nû ya paqij ji xwe re girtiye. Ev fikr jinê azad dike, jinê birêve dibe û hemû derîyan li jinê vedike. Niha ev riya em tê de ne riyekî rast û qenc e. Berî jin nedîzanî riya rast çi ye. Heta fermanê jî me nedîzanî kijan rîya rast, kijan riya xirab e. Lê piştî fermanê jinan rêya rast dît. "
 
Hevseroka Meclîsa Zorava Zehrê Dexîl jî li ser  roja 25’ê wiha axîvî :"Divê em wek jin wek dayik xwe kole nekin û li berxwe bidin.  Divê em wek jinên êzîdî ji hev re bibin piştgir xwe birêxistin bikin û rabin ser xwe, zilma li ser xwe qebûl nekin. Em jî divê wek jinên Şengalê di 25'ê Mijdarê de rabin ser xwe û tekoşîna xwe ya li dijî desthilatdarî û tûndîyê bilind bikin. Divê êdî em wek jin pişta hev bigrin û bi hev bişêwirin. Heger ku em kêrî xwe neyên kes kêrî me nayê. Lazime jin rabin ser xwe û kêrî xwe werin. Jin li ser lîbasekî ku li xwe jî dikin tên qetilkirin. Yek gotinek li ser jinê dike, bê ku wê guhdar bikin yekser tên kuştin. Êdî em kuştina jinê, bindestiya jinê û bêrêziya li hember jinê bi tu şêwazî qebul nakin. Malbat jî piranî piştgîrîya jinê nakin û dema tiştek dibîhîzîn yekser dikujin ev yek ne rast e. Êdî em ê pêşî li kuştina jinê bigrin û em nahêlin jin werin kuştin. Lê divê hemû jin li ku dere dibe bibe bilin rabin ser xwe û destê hev bigrin, piştgirîya hev bikin. Jinên Ereb, mesîhî, Êzîdî hemû jin divê yekitiya xwe ava bikin û li dijî tunditiya li ser jinê tekoşînê xurt bikin.’’