Z.B ya ku di 12 salî de hat zewicandin: Bila jin hêz û baweriya xwe winda nekin

  • 09:06 25 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Z.B, di 12 saliya xwe de bi zorê hat zewicandin û ji xeyalên xwe bêpar ma. Dayika 2 zarokan Z., diyar kir ku divê jin tu carî bawerî û hêza xwe winda neke û got: "Zarokatiya min ji min stendin û ez tu carî malbata xwe efû nakim. Ez hewl didim ku zarokên min heman tiştî nejin. Her wiha jin dema bi hêz be û xwe bawer be dikare her tiştî bike." 
 
Zewaca di temenê biçûk hêj jî pirsgirêkek mezin e û nayê çareserkirin. Bi zewicandina zarokan re rê li ber êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan vedikin. Zarok di zarokatiya xwe de dibin dayik û barê herî giran didin ser milê zarokan. Li herêmê bihezaran jin hêj di biçûktiya xwe de dibin dayik û di tevahiya jiyana xwe de bi her cûreyên şîdetê re rûbirû dimînin. Yek ji wan Z.B (21) ye. Z. di 12 saliya xwe de bi zorê hat zewicandin. Z.B serpêhatiyên xwe ji ajansa me re vegot. 
 
‘Zarokatiya min ji min hat sitendin’
 
Z. B. di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser temenê xwe yê zewicandinê û got: "Min ji xwendinê pir hêz dikir û xeyalên min hebû ku bibim xwedî pîşe. Lê gava ez 12 salî bûm min ji dibistanê girtin. Bapîrê min bi zorî min da kur xalê min. Ji ber ez zarok bûm min fêm nekir, min got qey wek lîstîkekî ye. Min dîsa xwest biçim dibistanê lê nehiştin. Di wê temenê de bûkanî li min kirin. Min kurê xalê xwe wek birayê xwe hesab dikir. Ji ber ku ew jî ew çaxê 23 salî bû. Ez gelek giriyabûm û tirsiyam lê bi zorî min zewicandin.”
 
‘Ez wek qurban hatim bijartim’
 
Z. got dema ew zewiciye hevalên wê lîstîkan dilîst û ev tişt anî ziman: “Hevalên min li derve lîstîkan dilîstin. Lê ez di temenê xwe ya 16 salî de bûm dayik. Ji min re wek xeyal dihat, bawerî bi rewşa xwe re nedianî. Piştî wê min ji dê, bav û bapîra xwe pirsî, ji min re çima wisa kirin. Çima di wê temenê de ez bûm dayik. Ez di malbatê de wek qurban hatim bijartin. Ez wan efû nakim. Nikarim efû jî bikim. Hemû tahma tiştan ji min sitendin. Min di temena xwe ya zarokatiyê de çawa zarok xwedî bikira.”
 
‘Bi mirinê min tehdit kirin’
 
Z. diyar kir çend caran xwestiye xwe bikuje û wiha axivî: “Bi vî awayî me salên xwe derbas kir û 2 heb zarokên min çêbûn. Piştî 8 salan zexta hevjînê min û malbata wî dest pê kir. Gelek heqeret li min kirin. Zext û zordarî her ku çû zêde bû. Min wan tiştan nepêjirand û ji ber wê jî min xwest dawî li jiyana xwe binîm. 5 roj di komayê de mam. Piştî wê bûyerê hatim li cem malbata xwe ku min bihewînin. Malbata min piştgirî da min. Min xwest ez doza hevberdanê vekim. Malbata hevjînê min gefan li min kirin û hê jî berdewam dike. Her wiha li ser xwişkên min jî gef tên kirin. Malbata wî çend caran bi mirinê min tehdît kirin.”
 
‘Niha dixwazim dibistanê biqedînim û bibim xwedî kar’
 
Z. di axaftina xwe de bal kişand ser nêzikatiya malbatê û wiha bi lêv kir: "Malbat digot, ew hevjînê te ye dikare lê bixe jî dikare hez bike. Bi vî awayî tundiya li ser min rewa dixistin. Lê min wisa nedixwest. Heke ez qebûl nekim divê tu jin nêzikatiyek wisa qebûl neke. Niha hewil didim ku xwendina xwe biqedînim û bibim xwedî kar. Ji bo zarokên xwe pêşerojek baş dixwazim pêk bînim. Naxwazim zarokên min wekî min bibin. Min zarokatiya xwe nejiya lê divê zarokên min ew tiştê nejîn.”
 
‘Bila jin haya ji hêza xwe hebin'
 
Z. di dawiya axaftina xwe de wiha bang li jinan kir: "Heke jin bi xwe bawer bibin dikarin her tiştî bikin. Ez gelek tirsiyam û ez difikirim gelo ez ê ji aliyê kî ve bêm kuştin. Lê min hêz û baweriya xwe winda nekir. Serê netewand û li hemberê vê ferasete derketim. Ez natirsim. Hêzek bi taybetî ji bo mêran tune. Ew hêzê jin didin wê mêrê. Heke jin xwedî li mafê xwe derkevin û serê xwe netewînin dê hêza mêran têk biçe. Ez li pêy mafê xwe me. Ez ê tevî van tiştan bi têkoşîna xwe serbikevim.”