‘Li Jinwarê min jiyaneke azad û bi rûmet ji xwe re hilbijart’

  • 09:05 25 Mijdar 2020
  • Rojane
Roj Hozan-Rojda Seyidxan
 
HESEKÊ - Jina bi navê Ceylan Şîhab ji Hesekê ye û niha li gundê Jinwarê dijî, Ceylan di temenkî biçûk de tundî lê hatiye kirin wiha behsa xwe kir: "Ez du caran di temenkî biçûk de hatim zewicandin û tundiyeke pir bi êş li min hat kirin. Lê min biryar da ku ez êdî bi serê xwe bijîm, hew bibim amûra kirîn û firotinê di destê zilaman de. Li Jinwarê min jiyaneke azad û bi rûmet ji xwe re hilbijart.” 
 
Tundiya ku li ser jinan hatiye kirin bi rêbazên cuda derdikevin pêş. Ger mirov li çîrokên civakê guhdar bike wê rastî gelek bûyerên tundiya ku ser jinan hatiye kirin bê. Ev tundî jî piraniya xwe li ser keçên temen biçûk hatiye kirin, bi wan êş û zehmetiyan re ev jin mezin dibin, lê her şopa wê tundiyê di dilê wan de dimîne. Jina bi navê Ceylan Şihab jî yek ji wan jinên ku di 12 salî de tundî li ser hatiye kirin û niha 25 salî ye. Ceylan niha li gundê Jinwarê tevî keça xwe ya biçûk dijî, lê her birînek di dilê wê de vedibe dema ku ew rojên  bi êş di bîra wê re derbas dibin. Ceylan Şihab ji me re çîroka xwe parve kir.  
 
Di 12 saliyê de hat zewicandin
 
Ceylan di destpêka axaftina xwe de li ser zarokatiya xwe axivî û ev tişt got: “Ez bi xwe ji Hesekê me, min bav û dayika xwe nedîtiye. Min çavê xwe vekir tenê ez û birayê xwe hebûn, mala bapîrê me em xwedî kirin. Birayê min şehîd bû û niha ez bi tenê ji malbatê mam e. Di 12 saliya min de bapîrê min ez zewicandim. Ez mêrekî gelek ji min meztir re ez hatim zewicandin û du kurê min çêbûn. Di 15 saliya xwe ez dayika du kuran bûm, ji bêlî tundiya ku li min hate kirin hem ji mala dapîrê min, hem jî ji hevjînê min. Min tiştek ji dinyayê fêm nedikir û bi zaroktiya xwe ne carekê jî şadnebûme. Heya niha gelek bûyer li ber çavê min in û nayên jibîrkirin, ji ber her dibêjin di zaroktiyê de tiştên binghîn di serê mirovan de tên nexişandin.”
 
‘Di 17 saliya xwe de cara duyem hatim zewicandin’
 
Di berdewamiya çîroka xwe de Ceylan qala zewaca xwe ya duyem dike û wiha pê de çû: “Piştî jiyaneke tujî tundî hevjînê min ez berdam û hedu zarokên min ji min sitandin. Ji ber her ji min re digotin tenê ji bo anîna kuran me tu aniya û tu mafê te cudatir tune ye. Bi ser qehra dilê xwe de ez dîsa vegeriyam mala bapîrê xwe. Tu deverên min nebûn ez pê de herim, ez ji ber tundiyekê dîsa vegeriyam ber tundiyê. Zîhniyet eynî bû, lê tenê mêr dihat guherandin. Bi demeke kin re dîsa bapîrê min ez zewicandim mêrekî din, vê carê temenê min 17 salî bû. Tenê dixwestin ji min xelas bibin, lê ez ê çawa jiyan bikim ne girîng e ji bo tu kesî. Keçeke min çêbû û hevjînê min ez berdam, vê carê dîsa docihê deriyên xwe ji min re vekir ku dîsa ez ê vegrim mala bapîrê xwe. Dema ez vegeriyam min biryar da ku ez êdî bi serê xwe bijîm, hew bibim amûra kirînê û firotinê di destê zilaman de.”
 
‘Min jiyana koletiyê ser xwe avêt û niha li Jinwarê dijîm’
 
Ceylan di dewamiya gotina xwe de got ku ew ji mala dapîrê xwe reviya gundê Jiwarê û wiha pê de çû: “Min biryar da edî ez vê jiyana koletiyê ser xwe bavêjim. Êdî temenê min têgihiştiya ku ez jiyaneke bi rûmet û azad ji xwe re hilbijêrim. Dema ez gihaştim Jiwarê, rêvebrî û jinên gund ez bi rengekî pir rehet qebûlkirim. Ji ber di zîhniyeta civaka me ya bê bext de jina ku du caran bê berdan, ew jineke xerab e. Li gundê Jinwarê  êdî min jiyana rast naskir û ez ji nav agirê docihê derketim. Jinên gund pir ji min hezdikin û ez jî ji wan hezdikim. Êşên me jinan yekin û bila tu kes sûcê jinê mezin neke, ji ber her jin dibin qurbaniya adet û kevneşopiyên civakê.”
 
‘Ez ê keça xwe bi rengekî azad mezin bikim’
 
Ceylan di dawiyê de bang li tevahî jinan kir ku li dijî tundiyê têbikoşin û wiha bi dawî kir: “Li Jinwarê min ji xwe re jiyaneke nû ava kir û niha ez di firina gund e dixebitim. Ez dixwazim keça xwe jî bi rengekî azad mezin bikim, êşên ku min jiyankirine ew nebîne. Heya ji min bê ez ê bixebitim, ji ber jin avakerên jiyanê ne. Her mirov zehmetiyan li pêşiya xwe dibînin, lê ya rast em bibin bersiv ji hemû rengên tundiyê re. Pêwist em hemû jin tundiyê ser xwe qebûlnekin.  Dibe yê min wê demê temenê min biçûk bû, lê dîsa jî min pêşerojeke azad ji xwe re hilbijart. Bi hêza xwe û hemû jinên di gundê Jinwarê de, em ê zîhniyeta  tundiyê ser hemû jinan vala derxînin. Ji ber em jiyanin û jiyan bi me jinan xweş dibe."