Koçber li Şehbayê ligel zehmetiyan têkoşîna jiyanê didin

  • 09:03 25 Mijdar 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê zehmetiyên ku li kampan dijîn anîn ziman û wiha gotin: "Piştî ku em ji Efrînê koçber bûn û li wargehên koçberiyê bi cih bûn, gelek zehmetî hatin jiyîn. Koçberî ew tişte ku weke birînekê herdem di dilê mirovan de serê wê vekirî dimîne." 
 
Ev 9 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerek heye. Di encama şer de gelek mirov ji warên xwe hatin koçber kirin û bi qetlîaman re rûbirû man. Di sala 2018'an de dewleta tirk êrişî Efrînê kirin û di encamê de hezaran mirov ji warên xwe koçber bûn û berê xwe dan Kantona Şehbayê. Ligel zor û zehmetiyan şêniyên Efrînê li Şehbayê jiyanek nû afirandin û her roj ji bo vegera Efrînê têdikoşin. Girêdayî zehmetiyên koçberan jinên ji Efrînê nêrînên xwe bi me re parve kirin.  
 
'Zehmetiyên koçberiyê pir e' 
 
Fatma Reşîd li Wargeha Berxwedanê dijî zehmetiyên ku dijîn û alîkariyên ku dibînin wiha anî ser ziman: "Piştî êrîşên dewleta tirk li ser Efrînê em koçber bûn û me berê xwe da Kantona Şehbayê. Weke gelê Efrînê me li Şehbayê jiyanek nû afirand  û me pergala xwe li Şehbayê jî nûjen kir. Elbet zehmetiyên koçberiyê pir in, ya yekem jî tu ji axa xwe dûrî. Bi saya alîkariya Rêveberiya Xweser em jiyana xwe bi rêve dibin û hemû pêdiviyên jiyanê ji me re bi cih tînin. Her wiha Rêveberiya Xweser li Wargeha Berxwedanê parqên zarokan ava kirin û rêyên konan çêkirin da ku av di zivistanê de derbasî konan nebin. Xwestek û têkoşîna me ew e ku em di zûtirîn demê de vegerin warên xwe û jiyana xwe li ser axa xwe bidomînin."
 
'Tu zehmetî li pêşiya têkoşîna me nabe asteng'
 
Dayika pakrewan Destîna Efrîn, Edûlê Ehmed jî li ser zehemtiyên koçberiyê wiha axivî: "Piştî ku em ji Efrînê koçber bûn û li wargehên koçberiyê bi cih bûn, gelek zehmetî hatin jiyîn. Koçberî ew tişte ku weke birînekê herdem di dilê mirovan de vekirî dimîne. Lê bi hebûn û alîkariya Rêveberiya Xweser zehmetiyên me siviktir bûn. Her wiha bi hebûna Rêveberiya Xweser me pergala xwe ava kir û em li ser pergala xwe dimeşin û xwe bi rêxistin dikin. Rejîma Sûriyê niha li ser Şehbayê ambargo daniye, lê belê tu ambargo li pêşiya têkoşîna me nabe asteng."
 
'Em li gor îmkana xwe alîkariya gelê xwe dikin'
 
Endama Komîteya Kar û Barê Civakî ya kampa Berxwedanê Kîfah Kodo jî wiha got: "Li gor derfetên heyî em alîkariya gelê koçber dikin. Armanca me ya sereke ew e ku em zehemtiyên koçberiyê li ser gel kêm bikin. Bi hatina zivistanê re me pêdiviyên koçberan bi cih anî. Her wiha tupa gazê em heftê sê caran ji gel re digohêrînin û av rojane dadigirin. Rejîma Sûriyê bi ambargoyên cur bi cur li bajarê Şehbayê pêk tîne, lê dîsa jî em li gor îmkanê xwe herdem alîkariya gel dikin."