'Li cihên hatî dagirkirin jin hedef tên girtin'

  • 09:02 25 Mijdar 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Endama Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Evîn Sîdo derbarê êrîş û herêmên dagirkirî de axivî û wiha got: "Di herêmên dagirkirî de sûcên dij mirovahî pêk tên û çete di herêmên dagirkirî de hebûn û îradeya jinan hedef digirin. Em bang li Rêxistinên Mafê Mirovan dikin ku çavên xwe li hember kiryaran vekin û erka xwe pêk bînin."
 
Herêmên Efrîn, Serêkanî û Girê Spî ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hatin dagirkirin. Li wan herêman her roj sûcên mirovahî pêk tên. Her wiha li wan herêman mirov her roj bi îşkence, qetlîam û kuştin û revandinê re rûbirû dimînin. Her wiha bi her awayî demografiya herêmê tê guhertin. Têkîldarî mijarê Endama Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Evîn Sîdo nêrîna xwe parve kir.
  
'Li herêmên dagirkirî sûcên şer pêk tên'
 
Evîn di destpêka axaftina xwe de bûyerên ku li herêmên dagirkirî pêk hatî anî ziman û got: "Roja ku dewleta tirk herêma Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagirkir bi awayekê rojane bin pê kirinên mirovî pêk tên.  Di nava van binpêkirinan de mîna kuştin, tecawiz û revandina jinan, revandina sivîlan, guhertina demografiyê û koçberkirina gelên resen ji axa wan pêk tên. Li ber çavê tevahî cîhanê ev kiryar pêk tên û hemû cîhan jî li hember van kiryaran e bêdeng in. Sivîlên ku li van herêman dijîn nikarin bijîn, ji ber herdem tirs, tundî, zilm û zordarî re rû bi rû dimînin."
 
'Armanca dewleta tirk şikandina vîna jinê ye'
 
Evîn bal kişand hedefgirtina jinan di cihên dagirkirî de û wiha domand: "Jinên ku di herêmên dagirkiriyê de mane her roj rastî kuştin, tecawiz û kiryarên ne mirovî ve rûbirû dimînin. Li Efrînê zarokek temen biçûk ya bi navê Nebîhe Mihemed Cuma û malbatê wê ji ber ku nerazîbûna xwe li hember kiryarên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê nîşan dan, ew zarok hat revandin, paşê hat qetîlkirin û cenazeya wê avêtin Ezazê. Ne tenê ev bûyer bi hezaran bûyerên vê rengê hatine qewimandin. Di girtîgeha Efrînê de gelek jin hatine girtin û bi hezaran jin jî çarenûsa wan ne diyar e. Armanca dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê şikandina vîna jinê ye."
 
'Divê mafê mirovan erka xwe pêk bînin' 
 
Evîn di dawiya gotina xwe de banga li saziyên mafê mirovan kir û wiha bi dawî kir: Em bang li Rêxistinên Mafê Mirovan dikin ku çavên xwe li hember kiryar û binpêkirinên dewleta tirk li cihên dagirkirî vekin û erka xwe pêk bînin. Her wiha divê dewleta tirk û çeteyên wê werin ceza kirin."