'Yekîtiya kurdî tê wateya rakirina sînorên Kurdistanê'

  • 09:01 25 Mijdar 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Jina bi navê Xedîce Elî (65) ku dayika du pakrewana ye derbarê yekîtiya kurdî de banga li kurdên 4 parçeyên din kir û got: "Divê em destkefiyên xwe yên li her çar perçeyan biparêzin ji ber ku ew bi hêsanî nehatine bi dest xistin. Loma encax em bi rêya yekîtiya kurdî bikaribin hebûn û serkeftinên xwe mayinde bikin."
 
Li seranserî Rojavayê Kurdistanê tevahî dayik daxwaz û banga yekîtiya kurd dikin, bi taybet jî dayikên cangoriyên azadiyê û parezvanên rûmetê. Di vê çarçoveyê de dayika şehîd Têkoşer û şehîd Rûstem Xedîce Elî rewşa Gelê Kurd nirxand û girîngiya yekrêziya Kurdî anî ziman.
 
Xedîceyê di destpêka axaftina xwe de bang li hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û gelê wê kir ku ber bi yekîtiyê ve bên û ev tişt got: "Weke dayik xwesteka me ya bingehîn ew e ku kurd yekîtiya xwe çêbikin. Dewleta tirk û gelek hêzên serdest bê navber êrîşî Gelê Kurd û destkeftiyên me dikin, ji ber vê li hember van êrîşan bersiva herî rast yekitiye. Me li Rojavayê Kurdistanê 12 hezar şehîd ji keçên gûlî mor û xortan daye, her wiha bi hezaran zarokên me jî birîndar in. Li Kêleka rojavayê Kurdistanê başûrê Kurdistanê jî heta astekê xweser e, loma divê malbata Barzanî û gelê Başûr rola xwe di serxistina vê yekîtiyê de bilîzin. Ew kurd in û em kurd in divê em destkeftiyên xwe yên li herdû perçeyên biparêzin û li herdû perçeyên din jî pêşengiyê bikin."
 
'Divê her kurdek erk û rola xwe ya netewî bi cih bîne'
 
Xedîceyê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya kurdî û wiha pê de çû: "Serkeftinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya tevahî pêkhatiyan pêk hatin, me li ser vê axê bi xwîna zarokên xwe mûzeyikana gelan xêz kir. Kurd, ereb, ermen, çerkez, turkmen û asûr berdêlên giranbûha dan heta ku em gihîştin vê yekîtiya gelan. Heger em dikarin bi vî awayî serkeftî bi netewên cuda re yekîtiyê çêbikin, wê demê em çima nikarin weke kurd bi hev re yekîtiya xwe çêbikin. Li ser vê bingehê kurdekî li ku derê dibe bila bibe divê rol û misyonên xwe yên netewî bilîze û cihê xwe di yekrêziyê de bigre. Dewleta tirk Çeteyên DAIŞ`ê di hembêza xwe de kedî dike û pişt re jî êrîşî Gelê Kurd dike. li Efrîn û Serêkaniyê, li bakurê Kurdistanê û li başûrê Kurdistanê jî dewleta tirk ji bo tunekirin û qirkirina me dixebite. Heger em yekîtiya xwe avabikin em ê Efrînê, Serêkanî rizgar bikin û dê sînorên ku Kurdistan perçe kiriye ji holê rabin. Bi taybet ji bo malbata Barzanî divê hûn dewleta tirk ji axa xwe derbixin."
 
'Ez ji doza kurdî venagerim'
 
Xedîceyê di dirêjiya gotina xwe da zanîn ku pêwist e em rê nedin dijminan xaka me dagir bikin û wiha dom kir: "Em weke dayik bi zarokên xwe, bi birîndarên xwe û ji 7 salî heta 80'ê salî em ê ji bo serxistina doza kurdî her tim amede bin û bixebitin. Em di axa Kurdistanê de ji dayik bûne, mezin bûne, me zarokên xwe di oxira vê axê de feda kirine. Her wiha Rêber Apo ev zêdetirî 20 sal in ku ew ji bo Kurdistanê û Gelê Kurd li Îmraliyê ye. Ji ber vê min weke dayik du perçe ji kezeba xwe dan û ez amede me zarokên xwe yên mayî jî feda bikim. Loma ez weke dayik hêvî dikim ku em rê nedin dijmin ji bo îxanetê di nava me bikê, em rê nedin dijmin ku perçebûnê di nava me de ava bikê. Berovajî pêwîst e em lihevkirin û planên dijmin li wan vegerînin û vê yekê di dilê wan bikin kûl."
 
'Em nahêlin kêfa dijmin li me xweş bibe'
 
Xedîce Elî di dawiyê de got ku divê Gelê Kurd pakrewanan ji bîr nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dijminên kurdan li bendê ne ku ka em ê kurdan çawa bi hevdû bikûjin. Lê ez dibêjim em ê kêfa dijmin li xwe xweş nekin. Dijminên me ji me hez nakin, ew ji dapîr û pabîrên me de dijmintiyê bi me re dikin. Gêrîla, pêşmerge, YPJ'ê, YPG'ê û QSD'ê tevahî zarokên me ne, ew ji bo me canê xwe feda dikin. Lê divê em weke Gelê Kurd vê rastiyê jibîr nekin, wê Efrîn vegere, wê Serêkanî vegere, wê kurdistan bibe yek, lê ji bîr nekin ku şehîdên me venagerin."