ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2020'Î

  • 09:00 25 Mijdar 2020
  • Rojev
*Jina bi navê Xedîce Elî (65) ku dayika du pakrewana ye derbarê yekîtiya kurdî de banga li kurdên 4 parçeyên din kir û got: "Divê em destkefiyên xwe yên li her çar perçeyan biparêzin ji ber ku ew bi hêsanî nehatine bi dest xistin. Loma encax em bi rêya yekîtiya kurdî bikaribin hebûn û serkeftinên xwe mayinde bikin." BI DÎMEN 
 
* Endama Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Evîn Sîdo derbarê êrîş û herêmên dagirkirî de axivî û wiha got: "Di herêmên dagirkirî de sûcên dij mirovahî pêk tên û çete di herêmên dagirkirî de hebûn û îradeya jinan hedef digirin. Em bang li Rêxistinên Mafê Mirovan dikin ku çavên xwe li hember kiryaran vekin û erka xwe pêk bînin." BI DÎMEN 
 
*Jinên Efrînê zehmetiyên ku li kampan dijîn anîn ziman û wiha gotin: "Piştî ku em ji Efrînê koçber bûn û li wargehên koçberiyê bi cih bûn, gelek zehmetî hatin jiyîn. Koçberî ew tişte ku weke birînekê herdem di dilê mirovan de serê wê vekirî dimîne." BI DÎMEN 
 
*Jinên ku mîrateya Xwişkên Mîrabal dewr girtin, li her deverê cîhanê bi têkoşîna xwe qadên berxwedanê  mezin kirin. Gelek sazî, rêxistin û tevgerên jinan li dijî şîdetal li hemberî jinê gotinên xwe kirin yek û li qadan xwedî li mîrateya Xwişkên Mirabalan derketin. DOSYA 
 
*Jina bi navê Ceylan Şîhab ji Hesekê ye û niha li gundê Jinwarê dijî, Ceylan di temenkî biçûk de tundî lê hatiye kirin wiha behsa xwe kir: "Ez du caran di temenkî biçûk de hatim zewicandin û tundiyeke pir bi êş li min hat kirin. Lê min biryar da ku ez êdî bi serê xwe bijîm, hew bibim amûra kirîn û firotinê di destê zilaman de. Li Jinwarê min jiyaneke azad û bi rûmet ji xwe re hilbijart.” BI DÎMEN 
 
* Z.B, di 12 saliya xwe de bi zorê hat zewicandin û ji xeyalên xwe bêpar ma. Dayika 2 zarokan Z., diyar kir ku divê jin tu carî bawerî û hêza xwe winda neke û got: "Zarokatiya min ji min stendin û ez tu carî malbata xwe efû nakim. Ez hewl didim ku zarokên min heman tiştî nejin." BI DÎMEN 
 
* Hunermend Pelda Aytaş a ku bi berhema xwe ya bi navê "Anitnakiş" navê jinên ku hatine qetil kirin nexş kiriye wiha dibêje: “Jinên ku ji ber tundiya mêran tên kuştin bi statîskan tên nîşandan. Ew jî dibe sedema ji bîr kirina nav û çîrokên her jinên ku hatine qetîl kirin. Ev xebat ji bo bîranîna jinên ku ji aliyê mêran hatine kuştin neyên jibîrkirin." BI DÎMEN 
 
*Bi boneya 25’ê mijdarê roja tekoşîna li dijî tundiya li jinê, jinên êzîdî yên Şingalê têkildarî mijarê axîvîn û diyar kirin ku ew bi hêza ku ji fikrên Rêber Apo digirin li ber xwe didin.  BI DÎMEN
 
*Daxuyaniya li naçveya Sirînê ya girêdayî Kantona Kobanê ji bo 25'ê Mijdarê (12.00)
 
*Daxuyaniya Kongra Star li Şehbayê derbarê 25 Mijdarê (11.00 )
 
*Meşa ciwanan derbarê Şengalê desaat (16.00)
 
*Meş ji bo 25'ê Mijdarê (9.30)
 
Meş ji bo 25'ê Mijdarê li Helebê (12:30) 
 
Li Jinwarê çaçakiyên 25'ê Mijdarê (11.00)
 
şopandina çalakiya JINWAR derbarê 25'ê Mijdarê de seat 11:00
 
Çalakiya Kongreya Star derbarê 25'ê Mijdarê de (12.00)
 
*Li Şirnexê çalakiya Mor di pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê de. (13.00)
 
*Meclîsa Jinan û TJA'yê bi armanca 25'ê Mijdarê roja tèkoşîna li hemberî tundiya li Jinê li Qosera Mêrdînê meşê li dar dixin. (12:00)  Salîha Aydenîz, Pero Dundar û Ayşe Surucu beşdar dibin"