Belavkirina broşurên 25'ê mijdarê hat astengkirin

  • 16:41 24 Mijdar 2020
  • Rojane
WAN - Broşurên ku TJA'yê xwest di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de belav bike û şandina kartina ji girtiyên jin re ji aliyê polîsan ve bi hinceta qedexeya walîtiyê heye hatin astengkirin.
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA) yên Wanê, xwestin ku broşuran belav bikin û ji girtiyên jin re kartan bişînin. Beriya çalakiya ku Berdevka HDP'ê Ebru Gunay û parlmentera Mûşê Şevîn Çoşkun jî piştgirî danê, jin li avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê hatin gel hev.
  
Polîsên ku li ber avahiya HDP'ê jin asteng kirin gotin ku bi hinceta qedexeya walîtiyê heye ew ê nehêlin ku broşur bên belavkirin.  Herwiha polîsan nehişt ku ji jinên girtî re kart jî bên şandin. Jinan bertek nîşanî polîsan dan.
 
Esnaf hatin ziyaretkirin
 
Piştî bertekên jinan, jinên ku parlamenter Ebru Gunay û Şevîn Çoşkun jî bi wan re bûn li Kolana Maraşê û li Kolana Fistanci serdana esnafan kirin. Esnafan bal kişand ser krîza aborî û hikûmet rexne kirin.