Şêniyên Bajarê Hesekê ji bo Şengalê daketin qadan
- 16:14 24 Mijdar 2020
- Rojane
HESEKÊ - şêniyên Bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo piştîvaniya bi Şengalê û şermezarkirina pilan û êrîşên ku ser civaka êzidî tê meşandin, meşeke girseyî li dar xistin.
Piştî daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ya têkildarî amadekariyên hikûmeta Bexda û Hewlêrê ji bo derbaskirina 10 hezar leşker a Şengalê, her wiha banga wê ya ji bo xwedîderketina li Şengalê, şêniyên bajarê Hesekê daketin qadan û meş li dar xistin. Meş ji taxa Miftî hat destpêkirin û li ber Navenda çand û Hunerê ya bajarê Hesekê veguherî mêtîngê.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya Hesekê Mistefa Ehmed siyasta qirkirina şêniyên Şengalê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Kesên ku Şengal di pençên çeteyên DAIŞ'ê de hiştin û reviyan niha amadekariyên derbsbûna Şengalê dikin. Wê demê li kuderê bûn dema jin, kal û zarokên şengalê diqêriyan û dikirin hawar. Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê heta dawî wê li pişta şêniyên şengal be û li hember peymanên qirkirina civaka êzidî bêdeng namîne."
Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Şengalê û banga pêkanîna yekitiya kurd li hemberî hemû kiryaran bi dawî bû.