Ji jinên girtî peyama 25'ê Mijdarê: Têkoşînê mezin bikin

  • 15:35 24 Mijdar 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Fatma Ozbay a li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî û Rahşan Aydin banga mezinkrina têkoşînê li jinan kirin.
 
Rahşan Aydin a ku 3 sal e li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimîne û Girtiya Nexweş Fatma Ozbay ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî banga têkoşînê li jinan kirin.
 
'Girtina pirtûkan a ji destan malbatan maxdûr dike'
 
Xuşka Rahşanê Zelal Aydin diyar kir ku dema hevdîtinê ya 40 deqe têra wan nake û got ku 5 deqeyên wê jî ji aliyê gardanan ve tê astengkirin. Zelalê diyar kir ku xuşka wê ji ber di hucreya yek kesî de tê girtin bi kesî re nakev têkiliyê lê dîsa jî pêdivya wê bi alavên paqijiyê heye û wiha berdewam kir,"Mecbûr dimîne ku alavên paqijiyê bi pere bistîne. Dixwaze ku ew ji xwe re xwarinê çêbike lê nahêlin. Tenê tiştên tên diyarkirin dikare ji kantînê bistîne. Pirtûk jî bi rêya kargoyê tên girtin. Hem pirtûk dereng digihêjin dest wan hem jî malbat tên mexdûrkirin."
 
Zelalê diyar kir ku Rahşanê bang li jinan kiriye û wiha got, "Got ku ew bang mezinkirina têkoşînê li jinan dike."
 
Banga têkoşînê
 
Xizmên Fatma Tokmak a nexweş ku diçin hevdîtina wê jî diyar kirin ku ji 4 qawîşan 2 hatine valakirin û ji ber wê jî li qawîşekê 19 û li yekê jî 20 kes dimînin. 
 
Xizmên Fatmayê diyar kirin ku ji ber pandemiyê fatma nikare derkeve ber tavê û pêdiviya wê bi vîtamîna D heye û wiha ev tişt got, "Fatma banga mezinkirina têkoşînê li jinan kir û 25'ê Mijdarê li jinan pîroz kir."