Li şehbayê Kongreya Star ji bo 25’ê Mijdarê belavok belavkirin

  • 15:10 24 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Rêveberiya Kongra Star a Herêma Efrînê Newroz Xelîl, derbarê belavkirina belavokên ji bo roja 25’ê Mijdarê ev tişt got: “Tundiya li ser jinê her didome, ji bo wê pêwsit e civak pilanên dagirker û sîstemên desthilat baş nas bikin, me jî xwest bi riya belavkirina belavokan em vê yekê bi gelê xwe bidin nasîn .” 
 
Bi mûnasebeta  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê li tevahî gund, navçe û bajarokên şehbayê belavok belavkirin. Di belavokan de jinan destnîşaniya rêbazên tundiya ku li jinan tê kirin de agahî dan. Her wiha xwestin bi riya van belavokan civakê derbarê qirkirin û dagirkirinê de hişyar bikin. Belavkirina belavokan  li bajarokê Til Rifaetê dest pê kir û xwe gihandin hemû gundên girêdayî bajarokê. Têkildarî vê yekê Rêvebera Kongra Star a Herêma Efrînê Newroz Xelîl ji me re axivî û armanca xwe ya ji balavkirina belavokan perve kir.
 
‘Em dixwazin dawiyê li zîhniyeta şaş bînin’
 
Newrozê ev tişt got: “Tundiya li ser jinê her didome, ji bo wê pêwsit e civak pilanên dagirker û sîstemên desthilat baş nas bikin. Me jî xwest bi riya belavkirina belavokan em vê yekê bi gelê xwe bidin nasîn û dawiyê li vê zîhniyeta şaş bînin. Tundiya li ser jinê di koşeya malê de nema ye, êdî jin li her deverê tundiyê dibînin. Hêza me jinan a dawîanîna li tundiyê ye.”