Desteya jin a Cizîrê ji bo 25’ê Mijdarê semînerek li dar xist

  • 15:07 24 Mijdar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO- Bi mûnasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê bi dirûşma “Ji dagirkeriyê û qirkirinê re na, em ê jin û jinyanê biparêzin” Desteya jin ya Herêma Cizîrê semîner da. 
 
Minasebeta 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê bi dirûşmeya “Ji dagirkeriyê û qirkirinê re na, em ê jin û jinyanê biparêzin” Desteya jinê ya Herêma Cizîrê semînerek li dar xist. Semîner li hola Zana ya taxa Xerbî ya li Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna jinên saziyên Rêveberiya Xweser, jinên civaka sivîl û partiyên siyasî ji bo pakrewanên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê hate dayin. Semîner ji du beşan pêk hat. Berşa yekemîn li ser beşdarbûna jinan di biryardayinê ya qada siyasetê de  bû û beşa duyem jî li ser pergala hevserokatiyê ya di nava saziyên Rêveberiya Xweser de bû.
 
Tevlibûna jinê ya nava siyastê girîng e
 
Li ser mijara tevlibûna jinê ya nava siyasetê  Seroka Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Zeyneb Mihmed axivî. Zeynebê wiha got: ”Girîngiya tevlîbûna jinan di girtina biryarên sîyasî de û piştvaniya wê ji dozên jinan re dikare hemû rêngên tundiyê li ser jinan bide sekinandin. Di nava civakê de çanda desthilatdariya mêr li ser jinan tê meşandin , ji bo vê jî em çiqas dikarin bi biryardayina xwe vê desthilatdariyê ji holê rabikin, ewqas ji bo me girîng e û ev yek erka me hemû jinan e. Sîstemên kapîtalîst jin bê biryar hiştibûn û her digotin ku pêwist e jin navê wê di nava siyasetê de tune be. Ji bo ku em zîhniyetê ji holê rabikin, pêwist e hêza me jinan yek be û biryarên me jî yek bin.”
 
‘Di pergala hevserokatiyê  de jin  bû bersiva sîstemên yek alî’
 
Hevserokatiya jin di nava saziyên Rêveberiya Xweser de ji aliyê Cîgera Seroka Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Deriya Remedan ve hate dayin û wiha hate gotin: ”Civaka me pêwistiya wê bi sîstema xwebirêvebirinê heye, di vê derbarê de dikarin bi xwe pirsgirêkên xwe jî bi awayekî zanistî çareser bikin. Di nava pergala hevserokatiyê de jinên ji hemû netewan xwe birêxistin kirin û dikarîbûn bibin bersîv ji pergalên yek alî re. Dema ku Rêber Apo dibêje 'ez ji edaleta jinê bawerim', wê demê me barekî dîrokî rakirye ser milên xwe. Li hember kiryar û biryarên ku li ser me tên meşandin em bêdeng namînin. Jin dikare xwe û welatê xwe birêve bibe û xwedî misyon be.  Em ê karê xwe bi edalet û wijdanî dewam bikin. Di riya pergala hevserokatiyê de em ê bighêjin armancên xwe.”
Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.