'Daraza ku ji bo windayên me tu tişt nekir ji bo me ket tevgerê'

  • 15:06 24 Mijdar 2020
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê ku ji bo 46 kesên ji ber tevli çalakiya wan a 700'emîn bûn doz li wan hat vekirin daxuyanî dan wiha gotin,"Daraza ku ji bo windayên me tu tişt nekir ji bo me ket tevgerê. Em ê dest ji lêgerîna li windayên û ji lêgerîna li edaletê bernedin. Niha em careke din bi dengê bilind dibêjin 'Dayikn Şemiyê ne bi tenê ne'." 
 
Dayikên Şemiyê di hefteya çalakiya 700’emîn de xwestin li Meydana Galatasarayê kom bibin. Polîsan mudaxileyî çalakiyê kiribû û Dayikên Şemiyê, rêveberên ÎHD’ê jî di nav de 46 kes hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên wan hatibûn girtin hatibûn berdan. Derbarê 46 kesan de piştî du salan doz hat vekirin. Dadgeha Cezayê Asliye ya 21’emîn a Çaglayana Stenbolê dozname qebûl kir. Dayikên Şemiyê têkildarî doza hatiye vekirin li ser hesabên Medya Civakî daxuyanî dan. 
 
Daxuyaniyê parêzer Jiyan Tosûn a bavê wê Fehmî Tosûn di binçavan de hat windakirin xwend. Jiyanê doza hat vekirin şermezar kir û got: “Ji roja destpêkê heta niha Dayikên Şemiyê bi tundiyên giran re rûbirû mane.” Tosûn bang li Serokkomar Erdogan û Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir û got: “Bi reformên xwe yên qaşo me mijûl nekin û deriyên edliyeyan ji edaletê re vekin. Êdî dengê qîrîna me ya edaletê bibihîzin.” 
 
Piştre jî keça Huseyîn Taşkaya yê di bin çavan de hat windakirin Serpîl Taşkaya axîvî û got, "27 sal berê li ber çavê malat û hemû şêniyên li taxê ve bavê min hat girtin û windakirin. Daraza ku ji bo windayên me tu tişt nekir ji bo me ket tevgerê. Em ê dest ji lêgerîna li windayên û ji lêgerîna li edaletê bernedin."