Meclîsa Til Temir gefa li ser Şengalê şermezar kir

  • 14:04 24 Mijdar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina gefên dewleta tirk li ser Şengalê, Meclîsa Navçeya Til Temirê, daxuyaniyek da. 
 
Li ser bangewaziya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civaka êzîdî bi gefa qirkirinê re rû bi rû ye. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji bo piştevaniya şêniyên şengalê dest bi çalakiyan kirine. Têkildarî vê Meclîsa Navçeya Til Temirê, li ber avahiya Meclîsê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên sazî û dezgehên civaka sivîl amade bûn. Daxuyaniya ji aliyê Endamê Meclîsê Ebd El-Baqî Kûtê ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Em hemû pilanên ku li dijî destkeftiyên Gelê Kurd tên pêkanîn bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk ev demeke hewl dide şerê naxweyî li başûrê Kurdistanê derbixe ,di heman demê de jî gefa êrîşê li Şengalê dixwe. Hêzên kurdî  civaka êzidî ji komkujiyeke pir mezin û qirker xilas kirin. Di heman wextê de jî li hember çeteyên DAIŞ’ê yên ku dixwestin Kerkûk û Mexmûrê dagir bikin, berxwedaneke bê hempa dan meşandin. Hêzên kurdî wekî erkeke xwe dibînin ku çi parçeyê Kurdistanê rastî êrîşeke qirkirinê were, wê biparêzin. 
 
Ji lewra em hevpeymana di navbera Hikûmeta Bexad û Hikûmeta Başûr de derbarê Şengalê de hatiye îmzekirin, bi tundî şermezar dikin. Bi hênceta ku PKK li Şengalê heye, dixwazin wê ji gelê wê yê resen, hêzên wê vala bikin û teslîmî dewleta tirk bikin. Em bang li Netewyên Yekbûyî û Meclîsa Ewlehiya Giştî dikin ku bi erka xwe ya bingehîn rabibin û gelê herêmê bi êrîşên dewleta tirk re rûbirû nehêle. 
 
Pêwîst e ku dewleta tirk ji binpêkirinên lihevkirinan li ser asta herêmî, kiryarên ku derhqê herêmên dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin werin lêpirsînkirin. Pêwîst e di vê pêvajoyê de gelê me yekîtiya xwe avabike û hemû pilanên dagirkeran têk bibin ku em bikaribin di welatekî azad de bi rûmet bijîn.”
 
Daxuyanî bi diruşmeya"Bimre dagirkerî"bi dawî bû.