Dayikên Aştiyê ji girtiyan re kart şandin

  • 13:54 24 Mijdar 2020
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Aştiyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê ji jinên girtî re kart şandin.
 
Dayikên Aştiyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê ji Postexaneya Fatîha Stenbolê ji jinên girtî re kart şandin.
 
'Em aştî û wekheviyê dixwazin'
 
Ji Dayikên Ayştiyê yên li ber Postexaneya Fatîhê kom bûn Perîhan Akbulut, diyar kir ku wan bi salan ji bo mirov nemirin bang kirine û wiha berdewam kir, "Îro girtîgeh tijî kirin. Jin li kolanan tên qetilkirin. Komeleyên jinan tên girtin. Ev dewlet ji jinan çi dixwaze. Civaka ku jin tê ne azad be ew jî ne azad e.  Em aştî û wekheviyê dixwazin."
 
'Heta ku jin girtî bin wê aştî pêk neyê'
 
Perîhanê diyar kir ku wan name ji girtiyên jin re şandine û wiha dawî li axaftina xwe anî,"Heta ku ew jin girtî bin wê tu aştî pêk neyê. Wan tenê mafên xwe û nasnameya xwe parastine. Bi hezaran jinên nexweş ên girtî hene .Jinên ku bi zarokên xwe re hatine girtin hene. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidozmînin û mafên xwe biparêzin."