HDP û nûnerên jin ên Partiya Keskan a Elmanyayê li hev civiyan

  • 11:41 24 Mijdar 2020
  • Rojane
ENQERE - Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP’ê, bi Berdevka Jinan Partiya Keskan a Elmanyayê Rîcarda Lang re bi online civiyan û li ser şîdeta li hemberî jinê nîqaşên berfireh kirin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Bi Derve Feleknas Ûca, parlementera Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, endamên Komîsyona Jinan a HDP’ê Feray Mertoglû, Medîha Yuksel, Semîha Şahîn û Nûnera HDP’ê ya li Elmanyayê Leyla Îmret bi parlamentera Partiya Keskan a Elmanyayê û Berdevka Jinan Rîcarda Lang re bi rêya onlinê civiyan. 
 
Di civînê de qala nêzikatiya Elmanya û Tirkiyeyê ya li hemberî Peymana Stenbolê, polîtîkayên rê li ber şîddeta li ser jinan vedike, li Tirkiyeyê têkoşîna jinan, jinên koçber û penaber ên ku tecawizî wan tê kirin û meşrûbûna îstîsmara zarokan hate kirin.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran qala girîngiya têkoşîna enternasyonal kir. Di civînê de parlementera Partiya Keskan a Elmanyayê û Berdevka Jinan Rîcarda Lang jî diyar kir ku di warê têkoşîna jinan a enternasyonal de ew jî li ser fikra wan e û ji bo planên çalakiyan ew amade ne.
 
Hate diyarkirin ku wê civînên li ser online bi jinên ji saziyên din re bidome.