Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 11:35 24 Mijdar 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîp F a Ewlehiya Bilind girtî ye Raziye Turgut, Serbay Koklu, Rezan Sarica û Îbrahîm Bîlmez  ji bo ku sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, piştî 8 salan di 2-22'yê gulanê, 12-18'ê hezîranê û 7'ê tebaxa 2019’an de, li gel miwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîn. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, herî dawî di 23'yê Îlonê de bi hinceta “Nexşerêya” Abdollah Ocalan a ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, heya 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kir.