Polîsan bi ser buroya MA'yê ya Wanê de girtin

  • 11:30 24 Mijdar 2020
  • Rojane
WAN - Piştî ku polîsan nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîndar Karataş binçav kir, bi ser Ofîsa MA'yê ya Wanê de jî girtin. 
 
Li Wanê vê sibehê polîsan bi ser mala nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîndar Karataş lê dima de girtibûn û ew binçav kiribûn. Dîndar li Midûriyeta Polîsan a Wanê tê ragirtin. Polîsan piştî binçavkirina Dîndar bi ser Ofîsa Ajansa Mezopotamya ya Wanê de jî girt û lêgerînê pêk anî. Polîsan hinceta lêgerîna ofîsê wek biryara Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ku derbarê Dîndar de jî biryara binçavkirinê dabû nîşan da. 
 
Di 11’ê îlonê de jî polîsan bi ser malên nûçegihanên MA'yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana me JinNews’ê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala de girtibû û ji ber nûçeyên derbarê Servet Tûrgût û Osman Şîban ên ji helîkoptêrê hatibûn avêtin çêkiribûn, hatibûn binçavkirin û girtin. Di heman demê de polîsan di 11’ê îlonê de dîsa bi ser Ofîsa Ajansa MA'yê ya Wanê de girtibûn û dest danîbûn ser alavên teknîkî.