Şêniyên Qamişloyê ji bo piştevaniya bi şengalê re meşiyan
- 11:28 24 Mijdar 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkriina peyman û kiryarên ku li ser Şengalê tên meşandin û bi armanca piştgiriya şêniyên Şengalê, li Qamişloyê meş pêk hat.
Di 9’ê Cotmehê de hikûmeta Bexdayê û Hewlêrê peymanek îmezekirin ku leşkerên Îraqê derbasî Şengalê bibin,doh ev peyman kete meriyetê de û 10 hezar leşker derbasî Şengalê bûn. Bi armanca şermezarkriina peyman û kiryarên ku li ser Şengalê tên meşandin û ji bo piştgiriya gelê wê, Şêniyên bajarê Qamişloyê daketin qadan û meş li dar xistin. Meş ji navenda Çand û Hunera Mihmed Şêxo dest pê kirin û li çerxereya qermotî ya taxa Hilêliyê li bajarê Qamişloyê veguhrî mîtingê. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê axaftin hatin kirin.
LI ser navê Meclîsa bajarê Qamişloyê Ebd El-Kerîm Ebd El-Rehman axaftin kir û wiha got: ”Em weke şêniyên Qamişloyê derketine qadan ji bo piştgiriya gelê xwe yê li Şengalê. Civaka kurd ji bo azadiya xwe di nava têkoşîn û berxwedanê de ye. Hertim êrîşên dijmin li ser hemû gelen hene ku tu kes naghêje armanc û azadiya xwe. Civaka me ya Şengalê roj bi roj rastî êrîş û biryarên qirêj tê, hêzên me yên leşkerî bi hewara gelê Şengalê ve çûn, ji êrîşên û kiryarên dijmin wan xilas kirin. Kesên ku di êrîşên DAIŞ’ê de Şengal bi tenê hiştin wê îro nikaribin parastina wê jî bikin. Pêwist e ev gel derbarê xwe de biryarê bide, êdî şêniyên Şengalê dikarin rûmeta xwe biparêzin.”
Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.