Dayika Pinarê Şefîka: Ne dewlet û ne jî mêr diparêzin bila jin xwe biparêzin

  • 09:08 24 Mijdar 2020
  • Rojane
BEDLÎS - Dayika Pinar Gultekîna a ji aliyê Metîn Avci ve hat qetilkirin Şefîka Gultekîn, diyar kir ku îqtîdar parêstvanên mafên jinan ceza dike, bersûcan diparêze û divê ku jin mafên xwe biparêzin.
 
Tundiya li jinê pirsgirêka herî mezin ya Tirkiyeyê ye. Hema çi bigire her roj jinek tê qetilkirin. Polîtîkayên bêcezahiltinê ku tên pêşxistin dibin sedema ku jin zêdetir bên qetilkirin. Jinên ku li hemû qadên jiyanê ne û hewl didin mafên xwe biparêzin jî tên  girtin û binçavkirin.  Herwiha ji bo ku mafên jinan asteng bikin ji Tirkiyeyê xwevekişandina ji Peymana Stenbolê jî dibe rojev.
 
Li nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê re, em bi dayika Pinar Gultekîn ya ku ji aliyê Cemal Metîn Avci ve di 21'ê Tîrmehê de li navçeya Ula ya Muglayê hat qetilkirin re axivîn. Şefîkayê got, "Piştî Pinarê bi dehan jin hatin qetilkirin. Ger ku dewletê kujer darizanda wê îro evqas jin nehata qetilkirin . Ger ku îro edalet hebûna divê mêrê ku keça min qetil kir bi cezayê herî giran bihata cezakirin." 
 
'Pinar jineke bi hêz û wêrek bû'
 
Dayika Pinarê diyar kir ku keça wê gelek bihêz û wêrek bû lê bi awayekî hovane hat qetilkirin. Şefîkayê diyar kir ku polîtîkayên bicezahiştinê cesaretê didin mêran  û ev tişt got, "Ger ku edalet hebûna divê her kesê ku jinek kuşt bi cezayê herî giran bihata cezakirin. Musa Orhan bû sedema mirina jineke ciwan û îro li derve digere.  Divê Musa Orhan cezayê herî giran bigirta. Piştî Pinarê bi dehan jin hatin qetilkirin. Ger ku bersûc bihata cezakirin wê evqas hêsan jin nehata qetilkirin. Qîmeta jinan tune ye."
 
'Divê ne kujer jin bên parastin'
 
Şefîkayê got ku kesên mafên jinan diparêzin tên cezakirin û sûcdar jî tên parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê qanûnên ku bi hêz hebin ku jinê biparêz e. Bi sedan wezîfedarên ewlehiyê parastina kujerê keça min kir û ji bo tiştek neyê serê wî. Lê kesên ku bertek nîşanî kuştina keça min dan jî bi astengiyan re rûbirû man. Ev tişt ne adelet e. Jinên ku li kolanan mafên xwe digerin tên astengkirin. Sûcê wan jinan nîne. Divê dewlet parastina jinê bike. Heta ku qanûn neyên guhertin dê kuştina jinan bidome. Bi hezaran kujer niha bê ceza man. Lê divê bê zanîn ku jin li her derê ye û ne kole ne. Divê jin azad bibe. Heta ku wekhevî pêk neyê dê li Tirkiyeyê azadî pêk nayê. Heke cezayekê giran neyê dayîn divê bê zanîn ku li Tirkiyeyê edalet nemaye." 
 
'Li Tirkiyeyê edalet nema ye'
 
Şefîka, destnîşan kir ku di danişînê de dozger û dadgerên jin tune bû û got: "Heke di danişînê de dozger û dadgerê jin hebûya belkî mafê me jinan biparasta. Li salonê edalet tune bû. 4 saetan qala kujer kirin. Her tişt li holê ye û ez nizanim li benda çî ne? Li benda rast gotina kujer in gelo? Gelo dixwazin delîlên heyî ji holê rakin. Keça min bi hovane hat kuştin. Ez naxwazim danişînê dirêj bikin. Dema ez kujer dibînim dilê min diêşe. Ez ne li benda edaletê me û ez bi hêvî me ku edalet pêk bê. Heke cezayek giran neyê dayîn êdî baweriya min li edaleta Tirkiyeyê nayê û êdî li Tirkiyeyê edalet xilas bûye."
 
Şefîka, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka serekê kuştina jinê ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Çawa mafê parastinê didin kujeran? Parezêr çawa parastina kujeran dike? Dilê min pir diêşe. Kujerê Pinarê cilek paqij li xwe dike û tê dadgehê. Dozger dê li gorî cil û bergê kujer biryar bide gelo? Dewlet bi baceyên mi kujerê keça min diparêze. Her tim ji bo kujeran biryara kêmkirina cezayan tê dayîn."
 
'Ez ê têkoşîna xwe bidomînim'
 
Şefîka di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir û got: "Divê jin, ciwan û civak ji bo parastina mafên jinan serî rakin. Kesên ku li hemberî kuştina jinê deng nakin hevkarê kujeran e. Ji bo parastina jinê divê qanûn bên derxistin. Ji bo kujeran divê cezayê muebbeta giran bê dayîn. Divê jin xwe di li mafê xwe derkeve ji ber ku mêr xwedî li mafê jinan dernakevin. Ez ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku kujerê keça min cezayekê giran bigire.